Şerê Xezeyê û hewcedariya bi demokrasiya rastîn

Me navê ku em bibin piştgira rêveberiya Îsraîlê ya jî Hemasê û hevkariya polîtîkayên wan bikin. Divê mirov vê siyaset û hişmendiya neteweperest û olperest a her du hêz nûnertiya wê dikin red bike û bizane ku feraseta dudewletî ne çareserî ye.

Hemasê ku 7’ê Cotmehê bi pênc hezar fuzeyan êrîş bir ser Îsraîlê, şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Xezeyê gur bû. Jixwe pevçûn li herêmê her hebû. Sedem nakokî û nelihevkirina Îsraîl-Ereb, Îsraîl-Filistînê ye. Têkiliyên baş ku hin dewletên Ereb dixwazin bi Îsraîlê re deynin, nebû çareserî ji bo pirsgirêkê. ‘’Modela Çareseriya Dudewletî’’ jî têrê çareserkirina pirsgirêka Îsraîl-Filistînê nekir. Ji wê boneyê ye ku herêm her cihê pêvçûnê bûye û niha rewş veguheriye şerekê xeternak. 

Îsraîlê ku hêj xerabtir bersiv da êrîşa Hemasê ya bi pênc hezar fuzeyan, Xeze bi carekê bû gola xwînê. Li gor hinan jixwe Îsraîl li hêviya êrîşeke wiha bû û amade bû. Li gor hinan jî Îsraîl bi êrîşên Hemasê matmayî ma û niha Rêveberiya Îsraîlê bersiva wê dide. Dibe ku her du jî rast bin. Lê dawiya dawîn, şerekê dijmirovî berdewam e û yê herî pir jê zirarê dibîne xelkê Xezeyê ye. Helbet jidestçûyiyên Cihûyan jî gelek in. Ji xeynê Cihû û Filistîniyan, behsa gelek mirovên din tê kirin ku bûne qurbaniyên şer. Bi sedan dîl hene ku gefa kuştinê li wan tê xwarin. Rêveberiya Îsraîlê dibêje ku amade ye ji erdê ve êrîşan bike, ne diyar e ku wê çi biqewime. Gava xwendina vê nivîsê dibe ku encameke xerabtir jî rû bide. 

Li ser gurbûna şer jî niqaş tên kirin. Aliyên şer hev sûcbar dikin, her kes li gor xwe tiştinan dibêje, daxuyaniyan dide. Şerekê derûnî tê kirin. DYE, Elmanya û Îngilistanê serdanên astbilind li Îsraîlê kirin. Rûsyayê gef li DYE’yê xwar ku çima keştiyên xwe yên şer anîn Rojhilatê Behra Spî. Îran her behsa xeteriya belavbûna şer dike. Her kes li gor berjewendiya xwe ketiye hewila wergirtina siûdê ji şerê heyî. 

Bêyî guman, ne rast e ku mirov bibêje sedema şer bi tenê yek e. Gelek sedemên bûyerên vî awayî hene. Gelek sedemên şerê 7’ê Cotmehê yê li Xezeyê jî hene. Diyar e ku şerekê wiha ji ber nakokiyeke dîrokî ye. Têkildarê pevçûn û nakokiya Îsraîl-Ereb, Îsraîl-Filistînê ye ku bi avabûna dewleta Îsraîlê re bûye rojev. Lê bi diyarkirina van, divê mirov sedemên sereke yên şerê 7’ê Cotmehê jî xumam neke. Sedemên xwe yên navxweyî gelek bin jî em li vir dixwazin li ser du sedemên sereke bisekinin. 

Diyar e ku sedema sereke ya şer û nakokiyê, neteweperestî û olperestiya her du aliyan e. Hişmendî û siyaseta wan a olperest û neteweperest e. Bêparbûna ji demokrasiya rastîn e. Li cihê hişmendî û siyaseta demokratîk nîn be bûyerên wiha çê dibin. Hin rêxistinên radîkal ên netepewerest û olperest nûnertiya Ereban dikin û em baş pê dizanin ku Hemas jî yek ji wan e. Rêveberiya Netenyahû jî nunertiya olperestî û neteweperestiya Cihûyan dike. Ev her du neteweperestî û olperestî dibin sedema karesatên wiha.

Sedema duduyan jî projeya rêya nû ya Asya-Ewropayê ya li ser xeta Hindistan-Siûdî Erebistan-Îsraîl-Başûrê Kibrisê-Yewnanistanê ye ku piştî civîna G-20 ya dawîn li Hindistanê hat ragihandin. Bi şerê heyî hem dikevin hewilê ku peşkê li vê projeyê bixin hem jî astengiyên li ber projeyê rabikin û rêyê vebikin. Rêveberiya Îsraîlê ya niha û hêzên mîna DYE’yê, dikevin hewila qewînkirina rêya heyî. Rêveberiya KT’yê jî hêza sereke ye ku dikeve hewila sabotekirina vê projeya rêyê.  Zêde nebû rojev, lê piştî ragihandina projeya rêyê, Rêveberiya Tayyîp Erdogan a li Tirkiyeyê bi eşkerehî got ku wê peşkê li vê projeyê bixe. Bi pişt re Şerê Qerebaxê çê bû û ya kir ku ev şer çê bibe, rêveberiya Tayyîp Erdogan e. Niha jî Şerê Xezeyê ye û rêveberiya Tayyîp Erdogan di vî şerî de jî provokatoriya xwe bi zêdehî dike. 

Şerekê ji bo berjewendiyê yê piralî bi rêya bi Şerê Xezeyê, tê kirin. Wek ku bi rêya Şerê Ûkraynayê û Şerê Qerebaxê tê kirin. Gelê Filistînê yê bindest dikin bi qurbana vî şerê ji bo berjewendiyê û mîna Ermenên Qerebaxê, xelkê Xezeyê ji cih û war dikin. Tişta ku mirov pir pê diêşe jî ev e. Cihû jî helbet jidestçûyiyên xwe gelek in. Rêveberiyên Îsraîlê berê di vî warî de pir hestyar û baldar bûn. Lê diyar e ku ji bo rêveberiya Îsraîlê ya niha hestyarî û baldariyeke wiha navên. 

Di vê çarçoveyê de şer, di navbeyna Rêveberiya Îsraîlê û Hemasê de berdewam e. Hin dibêjin ya planê vî şerî kiriye rêveberiya Îsraîlê bixwe ye. Li gor hinan jî Hemas her tişt kiriye û rêveberiya Tayyîp Erdogan pişta wê digire. Her wiha nêzîkahiya rêveberiya DYE’yê, gurbûn û berdewambûna şer bi vî awayî ji mirov re wisa tê ku pêçiya wan jî tê de heye. Di nava ewqas geremolê de mirov dikare wiha bibêje: Dibe ku tiştên diqewimin di çarçoveya ‘paqijkirina rêyê’ ya DYE’yê de bin. Heye ku DYE’yê bi rêbazên jê fam neke, Rêveberiya Tayyîp Erdogan berpêyî provokasyoneke wiha kiribe û Rêveberiya Tayyîp Hemas teşwîqê kirinê kiribe. Diyar e ku tişta Hemasê kir provokasyon e. Rêveberiya Îsraîlê jî ketiye wê hewilê ku provokasyonê di lehê xwe de bi kar bîne. 

Min divê vê jî bibêjim ku ez van ristan wek şervanekê soza parastina gelê Filistînê daye, dinivîsim û dibêjim ku êz ê her li ser vê soza xwe bim. Lê yên ji bo xelasiya Filistînê tê dikoşiyan tu car nedigot ku ew bi temamî dijminên Cihûyan e. Her daye der ku ew li dijî siyonîzma Îsraîlê şer dikin. Hingê jixwe Hemas nîn bû. Em ne mejbûr in ku bi rêveberiya Îsraîlê ya jî bi Hemasê re bin û hevkariya polîtîkayên wan bikin. Divê em siyaset û hişmendiya neteweperest û olperest a van her du hêzan nûnertiya wê dikin, red bikin û bizanin ku nêzikahiya du dewletên netewe ne çareserî ye û çareseriyê di xeta ‘neteweya demokratîk’ û ‘konfederalîzma demokratîk’ de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşe pê daye, bibînin. Me ku parastina mafên demokratîk û rewa yên gelê Filistînê kir, divê em bizanin bi hêzên çepgir, sosyalîst û demokratîk ên civaka Îbranî re jî bimeşin. Ji her du civakan jî yên bi hişmendî û siyasetê hene û divê mirov vê meylê bike esas û geşeyê pê bide. Çareseriya mayînde ew e ku mirov li ber vî şerê hovane rabibe.  

Wek encam, pirsgirêkên Filistîn û Kurdistanê bêyî guman pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn in û nabe ku mirov niqaşa mafên neteweyî yên demokratîk ên her du gelan jî bike û ber lê bigire. Lê tiştên îro Hemas li Xezeyê dike û tiştên PKK li Kurdistanê dike, bi tu awayî nabe ku mirov bide ber hev. Şaş e ku mirov bide ber hev, berovajîkirina rastiyê ye. Dewletên cîhanî û herêmî ji berê ve ji bo berjewendiyên xwe li ser Kurdistanê jî şer dikin. Lê têkiliya têkoşîna ji bo azadiyê ya bi pêşengtiya PKK’ê, bi vî şerî re tu nîn e. Şerê li Xezeyê, şerekê navxweyî yê pergala modernîteya kapîtalîst e ku ji bo berjewendiyê tê kirin, şerê li Kurdistanê diqewime jî şerê ji bo azadiya Kurdan e. Ev şer ne perçeyekê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e, ji ber ku ne perçeyekê pergalê ye ku vî şerê cîhanê bi rê ve dibe. Şerê ji bo azadiya gel e ku demokrasiyeke nû ya bi temamî ji derveyê pergalê ji xwe re kiriye armanc. Ev şerê ji bo azadiyê ku Kurd dikin bi wê armancê ye ku Rojhilata Navîn demokratîk bibe û Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk a ava bibe. Çareseriya şerê xelkê Xezeyê pê pir diêşe, dizane bi vê ye û bang dike ku hemû gelên Rojhilata Navîn bi biraxwehî û hevparî ji bo demokrasiyê tê bikoşin.