Îro rojeke pîroz e

Ji niha ve bala her kesî li ser daxuyaniya Rêber Apo ye. Wê jinên azadîxwaz bi wî deng û rengê bi salan ji nêz ve nedîtine çavên xwe kil bidin, roja xwe bi dilekî fireh pêşwazî bikin û bi îlhama rojê dest bi têkoşînê bikin.

Weke li ser medyaya civakî hate ragihandin wê îro saet 17:00 DE li Stenbolê daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo yê pêşengê mirovahiyê were weşandin. Niha dilê tevahî gelê Kurd û dostên wan li Îmraliyê lê dide û bi kelecan e, li benda hilatina şefeqa roja azadiyê ye. Îro rojeke pir watedar û pîroz e.

Ji niha ve bala her kesî li ser daxuyaniya wê Rêber gelê Kurd, Rêber Abdulah Ocalan bide ye. Wê jinên azadîxwaz bi wî deng û rengê bi salan ji nêz ve nedîtine çavên xwe kil bidin, roja xwe bi dilekî fireh pêşwazî bikin û bi îlhama rojê dest bi têkoşînê bikin.

Gelê Kurd xwe şidandiye û dest bi têkoşîna şerê gelê şoreşgerî kiriye. Wê qedera wan jî bersiv bide û mirada wan pêk bîne. 

Îro Rêber Apo ji milyonan mirovan re bûye îlhama jiyana wekhev û azad. Ji ber 50 sal in ji bo mirovahiyê têkoşîna azadiyê dide û temenê xwe ji wan re feda kiriye. Hîna jî feda dike û wê îro jî peyama xwe ya ji bo têkoşînê zelal bide.  

Mirov dikare wiha jî binirxîne û bibêje, hêja ye mirov canê xwe ji bo Rêberekî wiha zana û şareza, feda bike. Weke xwedawend Zîlan gotiye, ‘xwezî tiştek ji canê min; bihatir heba ku min ji bo te feda bikira Rêberê min.’

Em jî hevoka xwedawend Zîlan dubare dikin û dibêjin, em tevahî jî amade ne canê xwe ji bo te feda bikin Rêberê Rêberan Abdulah Ocalan; pêşeng û zanyarê cîhanê. 

Hêviya me bi serketinê pir mezin e.