Çareserî bi yekîtiya demokratîk a gelan pêkan e

Tirkiyê dixwaze bi siyaseta xwe ya berjewendîparêz û pragmatîst di mijarên lawaz de Îranê bixe bin kontrola xwe û wê neçar bike ku bi Tirkiyeyê re tevbire ta ku sîstema wî welatî bikişîne nav şer.

Di vê pêvajoya ku niha li Rojhilata Navîn şerekî berfireh ji aliyên cûda ve dimeşe de, Îran ji her welatî zêdetir bi metirsiyên kûr re rûberû maye û her roj li Îranê em şahidê zêdebûna bêkarî, feqîrî, zehmetiya jiyanê û mezinbûna newekheviyê dibin. Daxwazên kombûyî yê pêkhateyên civakê weke karker, mamoste, bazarî, ajotkar û saziyên sivîl roj bi roj zêde dibin û dexta rojane li ser çalakên mafê mirov, jîngehparêz, girtiyên siyasî û pêla nû ya destgîrkirinan nîşana vê yekê ne ku merheleyekî nû ya çavtirsandin û serkutan ji aliyê hikûmetê destpê kiriye.

Giranbûna nerazîbûnan, xwepêşandan û daxwazên mafdar û demokratîk yên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tesbît dike ku pêvajoyeke din a têkoşîn û xwepêşandanan li pêş me ye. Lê di vê demê de tişta ku herî zêde pêwîstiya civak û pêkhateyên nerazî pê heye, avakirina eniyeke demokratîk e ku karibe rêxistina xwepêşandanan bike, pêşengiya wê bike û mafê gelan mîsoger bike. Pêwîst e ku hêzên demokratîk û hemû partiyên siyasî ‘Eniya Demokratîk û Hevpar a Gelan’ saz bikin û derbasî qonaxeke nû ya nerazîbûnên kolanan bikin. Ew jî tekane rêya gihiştina edalet û azadiyê ye.

Sîstema Îranê ya niha bi nêzîkatiyên xwe yên pasîv di warê siyaset û ewlekariya hundirîn û derve, li herêmê ligel dewletên muhafizekar ên nexasim ên weke Tirkiyeyê û pêkanîna têkiliyên wêranker ên li dijî gelên bindest, hewl didin agirê şer gur bikin. Ew jî rê li ber vedike ku hêzên navdewletî destwerdana herêmê û nava welatan bikin. Tirkiyê dixwaze bi siyasetên xwe yê berjewendîparêz û pragmatîst di mijarên lawaz de Îranê bixe bin kontrola xwe û wê neçar bike ku bi Tirkiyeyê re tevbire ta ku sîstema wî welatî bikişîne nav şerekî. Sîstema Îranê, tevî dizane ku di dijberî û hewldana têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de wê jê re gelek giranbiha be jî, bi awayekî siyasî xwekujî kiriye û pêwendiyên xwe ligel faşîzma Tirk dewam dike. Ev lawazbûna wan, di helwêsta wan ya siyasî û ewlekariyê de xwe dide der. Tevgera gelê Kurd bi yekitiya gel û gerîla îro di asta herî jor a dîroka xwe de ye û ji ber wê jî ew hewldanên Îran û Tirkiyê divê ji niha ve binketî bên hesibandin. Eger ev têkoşîna bihêz ku xwe dispêre gel, bi tevgera gelên Îranê û aliyên xwepêşandar ên kolanan re bibe yek; bêguman wê gelên bindest werin rizgarkirin. Lewma jî ev mijar yekane rêya mîsogerkirina azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn e ku beşdarê ‘Eniya Yekgirtî ya Gelan’ bibin.

Di van rojan de li kolanên Îranê eniyeke nû ya têkoşînê bi pêşengtiya jin, ciwan, karker, mamoste û bindestan derdikeve holê. Heke hikûmeta Îranê giringî nede eniyeke wiha nû ya hêvî dide gelan, wê di rojên pêş de derfet nebe ku xisareta pêk hatî sererast bike. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên din li Îranê tekane bendika demokratîk e ku ji Îranê re maye ku bikare xwe ji bîra tarî xilas bike. Komara Îslamî lazime vê yekê bizane ku bi darvekirin, zîndan, tehdîdkirina çalakên siyasî û karkeran wê tu rejîmek nekaribe xwe rizgar bike.

Pergala Îranê aniha di duriyana ‘Şer, ango guhertina demokratîk’ de ye, ji ber ku di navbera xwe û gel de valahiyek bi kurahiya çil salan ava kiriye. Gelan demokrasî hilbijartiye û hêzên navdewletî daxwaza şer û aloziyê dikin; lewma rêya vegerê tune ye. Lihevkirina hinek partî û saziyên cûrbecûr li hundir û derveyî welat, tenê şerê xizmetkirin û dijî demokrasiyê ya şerê cîhanî yê sêyemîn û aliyên wê armanc dike. Hinek aliyan rêbaza demokratîk, pirojeya çareserî û xizmeta gel berdane û li şûna wê, bi bergîdana têkbirina serhildana xelkê rêya şer bijartine, xeta parastina rewa jî dikin qûrbaniyê şerê xwe yê desthilatê. Ev hemû tên wateya xizmetkirina sîstema paşverû û emperyalîzma biyanî. Hêla berxwedana gel, ne dişibe şerxwaziya hundirîn û ne jî dikeve nav hêla şerê cîhanî. Fêmnekirina vê mijarê hem ji aliyê hikûmeta Îranê û hem ji aliyê beşek ji mixalefetê ve, tê wateya xirabkirina derfetan û li şûna wê çêkirina metirsiya şer. Di vê rêya girtî de çareyekî din derveyî derketina kolanê û serî hildan li hember siyasetên heyî nemaye.
Ji bo wê, me weke Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) nexşerêyeke demokratîk û pirojeyekî piratîk ji bo demokratîzekirina Îranê me pêşkeş kiribû. Di vê pirojê de me li ser esasê çareseriya demokratîk ya gel me daxwaza guhertina Îranê û azadiya gelên wê kiribû. Çavkaniya pirojeya me çareseriya ser bingehê rêxistinkirin û azadiya gelan bû. KODAR’ê qebûl nekiriye ku Îran û sîstema wê bi şiklê xwe yê heyî berdewam bike, ne jî dikeve li pey hêzên derveyî. Ser van esasan em damezrandina Eniya Demokratîk û Hevpar a Gelan weke rêyekî exlaqî û polîtîk dizanin, û dixwazin Konfederalîsm û Netewa Demokratîk ser esasê demokrasiya xwecihî bê avakirin.

Beşdarbûna KODAR’ê ya di pêla berxwedana gelên Îran û herêmê, pêşkeşkirina pirojeya çareseriya demokratîk û bihêzkirina hêzên parastina rewa, tekane rêbaza exlaqî û polêtîk e. Di dîroka Îranê de şoreş timî girêdayî gel bûne û haya KODAR’ê ji vê rastiyê heye. Ji bo wê pêşengtiyê dike. Daneberheva hêza rastî ku her tevger xwedî pirojeyeke demokratîk û hunera parastina rewa ye. Hemû hişyariyên KODAR’ê ji agahkirin û xelasbûna ji komployên cîhanî ye û niha dema wê ye ku her kes dest bi kar bike û parastina heqê protestokirinê bike.

Mijarekî din a grîng jî, mijara Rêber Apo ye. Niha gelê Kurd gihiştiye astekî ku berdewamkirina vê rewşê qebûl nake. Lazime tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were rakirin û zîndana Îmraliyê bê girtin. Jixwe destpêkirina pêvajoya siyasî ya ‘Êdî bes e’ li ser vî esasî ye. Her kesekî welatparêz, her însanekî azadîxwaz ku xwedî rêzdarî ye û li pey jiyaneke mirovane û azad e, lazime bi bin dirûşmeya ‘Bi ramanên Rêbertî re bijî û wan belav bike’, destpêkê bi fikrên Rêbertî xwe li ber çav re derbas bike û ji aliyê kesayetî, civakî, çandî û siyasî; li ser çavaniya kiryarên xwe biponije û nêzikatiya xwe ya pêwîst raber bike. Ligel wê lazime bi behskirina rewşa giran ya Rêbertî ev mijar li her deverekî bê nîqaşkirin. Wiha mirov dikare li ser rastiya Rêbertî kûr bibe. Nêzîkatiyek hestyarî sûdekî xwe nîne. Felsefeya rêber Apo pêkanîna wan tiştan e ku tên zanîn. Çend gotinên ku em ji bo azadiya gelê xwe û mirovahiyê bizanibin û bixin meriyetê; çêtir e ji hezar gotinên ku em bizanibin û nexin meriyetê. Rêber Apo bi vê felsefa xwe Kurdistan ji nû ve ava kir û kesayeta Kurd derxist asta pîvanên mirovahî û azadiyê; îro jî bi Şoreşa Rojava ku çavkaniya wê heman fesefe ye, kariye civakê ji destê planên dijmin rizgar bike. Lewma divê her mirovekî xwedî wijdan, bi vê têgihiştinê bizane ku Rêber Apo û girtiyên azdiyê di metirsiyê de ye. Ji her kesî tê xwestin ku hemû hewldanên xwe ji bo azadiya rêber Apo bikin û xwepêşandanên xwe di çarçoveya dirûşmeya ‘Êdî bes e!’ berfireh bikin.

Di dawiyê de, bi zanebûna vê rastiyê ku li Îranê dengê Rewşa Sor bilind bûye û Îran nikare weke berê siyaseta xwe ya li dijî mirov û gelan berdewam bike. Bi vê têgihiştinê ku çarenûsa her kesekî bi destê wan tê diyarkirin, lazime her kes derfetên heyî ji bo wê armancê bi kar..

FÛAD BÊRÎTAN
HEVSEROKÊ KODAR'Ê