Di dîrokê de çalakiyên wiha hene ku bi dijberê xwe re jî hijmetkariyê çêdikin, bandorê li ser dijberên xwe jî dikin. Em nebêjin çok bi dijmin dide şikandin lê nehqî û serneketina dijmin dide qebûlkirin. Dawiyê bêgav dimînin ku vê rewşê qebûl bikin. Bi vî rengî jî pêvajoya nû geşedanên çalakiya navborî areste dikin.
Berxwedana Rojiya Mirinê a Mezin ku li zindana Amedê 14'ê Tîrmeha 1982'an hatî destpêkirin jî çalakiyeke wiha dîrokî ye. Bandora xwe li ser dijberê xwe jî ava kiriye û kiriye ku hurmetê bidinê. Her wiha kêm jî be kiriye ku li neheqî û serneketina xwe mikur werin. Mînak ji qerdiyanan bigirin heta bi Fermandarê Qolorduya 7'an di serî de li bara Kemal Pîr û M. Hayrî Durşmuş û çalakiyên din, di helwesta rêveberên 12'ê Îlonê de ev hatiye dîtin.
Her wiha serekê cuntaya 12'ê Îlonê Kenan Evren li Meydana Dagkapi ya Amedê di axaftinekê de bi destê xwe zindana ku çalakî lê bûyî destnîşan kiriye û bi gotina, ''Li vir hin jê hene ku hûn serê wan jêbikin hûn nikarin wan ji baweriya wan biqetînin'', bêgaviya xwe û li têkçûna xwe mikur hatiye. De qey wê ji ber bandora wê be beriya ku bimire berê xwe daye gotinên weke, ''mafê Kurdan'' û helbet ji hêla hişmendî û siyaseta faşîst-qirker a bi dijminatiya Kurdan ve demildest hatiye serkutkirin.
Rêveberê dema niha ya faşîzma 12'ê Îlonê Recep Tayyîp Erdogan jî berê gotinên wiha kirine. Bi ser çûye ber deriyê zindana navborî, behsa êşkence û zilma li wir kiriye. Bi serê zimên jî be amaje bi mafdarbûna berxwedana 1982'an kiriye. Li ber deriyê girtîgehê bi derewan xwe daye giriyandin.
Dema ku em bêne ser Kurdan wê ne şaş be ku mirov bibêje li ser navê hebûn û azadiyê li Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê xwedî derketine û li ser vê bingehê têkoşiyane û bi ser ketine. Beriya her tiştî ev biryara berxwedanê ya ji bo jiyaneke azad, mirov û civaka Kurd rûmetdar kiriye. Ew gihandiye ber mirovahiya azad û gelan. Ji ber vê ye ku Kurd roja 14'ê Tîrmehê weke ''Roja Rûmeta Netewî'' qebûl kirine.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê şêwazeke wiha ya fedayî daye Şoreşa Azadiya Kurdistanê ku zora zor û zehmetiyan dibe û asengiyan ji holê rake. Pîvaneke berbiçav û nayê guhartin daye ber mirovê Kurd ku dixwaze bi azadî bijî û ji bo azadiyê têbikoşe. Jixwe M. Hayrî Durmuş dema ku çalakiyê dide destpêkirin îşaret bi vê dike û dibêje, ''Çi kesê ku azadiya Kurdan dixwaze divê ji bo vê şer bike'' û xwe wekî ''deyndar'' dîtiye. Bîrewerî, bawerî, wêrekî, fedakarî, dilsoziya li welêt û gel ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê vedibêjin pîvana şoreşgeriya Kurdistanê danîne.
Niha salvegera 39'an a vê berxwedana mezin tê jiyîn û dikeve sala 40'î. Weke hozên gotî,''berxwedêr her çendî mohra xwe bi xwînê danîbin jî'', ango bi çalakiya navborî bêyî ku nîqaş li ser were kirin her çendî hîs, raman û helwesta xwe danîbin holê jî, dîsa jî li ser berxwedana navborî ev 39 sal in gelek tişt hatine gotin, gelek nirxandin hatine kirin û helbest û stranên herî xweş derhqê wê çêkirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, ''Çalakiyeke wiha ku xeta PKK'ê ji her alî ve bi rengekî têrker temsîl dike.''
Pir aşkere ye ku Kurd ev 39 sal in bi rih û bîreweriya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê perwerde dibin û li ser vê xetê dijîn û têdikoşin. Pir xweş pê dizanin ku her tişt li ser hîmê têkoşîneke wiha bi dest xistine. Ji ber vê jî di salvgera 39'an de jî ji bo ku vê xetê hê rasttir bi ser bixin û bi hûrbînî têbigin xwe perwerde dikin, bi nêzîkatiya rexnelixweanînê hewl didin ku xwe nûjen bikin. Bi vî rengî dixwazin nûnerê serkeftî yê Xeta Berxwedan û Serfiraziyê ya 14'ê Tîrmehê.
Aşkereye ku têkoşîna li ser Xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ev 39 sal in didome li nav mirov û civaka Kurd guherînên mezin çêkirine, mirovê nû yê azad û civaka demokratîk daniye holê. Jê girîngtir jî ew e ku ev li ser xeta jina azad û şoreşa azadiya jinê pêk aniye. Bêguman di vê de Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) ku di nav Berxwedana Zidanê de bi rengekî çalak cih girtî bi roleke girîng rabûye.
Helbet, li ser hîmê azadiya jinê afirandina mirovê azad û civaka demokratîk bi girîngiyeke dîrokî ye. Ev rewş tê maneya kirina tişta ku heta niha şoreşên siyasî nekirine, şoreşê mirov ji hêlên berteng ên siyasî û leşkerî derxîne û aliyê sosyalî û çandî lê zêde bike. Ji ber ku kûrahî û mayindetiya vê şoreşê girêdayî hêlên sosyal û çandî ye, aşkere ye ku li ser hîmê Berxwedana 14'ê Tîrmehê guherîna li Kurdistanê radîkal û mayinde ye. Jixwe di serî de li parçeyên Bakur û Rojava yên Kurdistanê li her qadê geşedanên pir balkêş dibin.
Divê mirov li vir rola diyarker a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bike. Belê, mohra berxwedanê bi xwînê daniye û rastiya xwe daniye hlê. Lê li gel her tiştî jî girîng e ku berxwedan rast were fêhmkirin û vegotin .Ji ber ku bêyî ku ev were kirin ti berxwedan bi serê xwe nikare rêxistin û çalakiyê biafirîne û rê li guherîna şoreşger veke. Ya ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, ev 39 sal in bêyî ku bandora xwe kêm bibe kirî çalakî û hêza rêxistinî bi rengekî rast û ji kûr ve nirxandina R3eber Apo ye û ew gihandiye asta rêxistinî û gihandiye ber destê gel.
Aşkere ye ku sala çilî ya berxwedana mezin jî wê weke ya 39 salên berê werin jiyîn. Dîsa Xeta Berxwedana 14'ê Tîrmehê rê nîşan dide û hêzê dide. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê di serî de li Imraliyê, li hemû zindanan, li çiyayan, bajaran, derveyî welêt û li her qadê berxwedan li ser Xeta 14'ê Tîrmehê wê bidome. Hemû milîtanên şoreşger, gerîla, jin û tevgerên ciwanan her kes li ser xeta fedayî ya 14'ê Tîrmehê wê têbikoşin û bi ser bikevin. Eynî weke rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê faşîzma AKP-MHP'ê de jî bi têkoşîna li ser Xeta Berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê wê were têkbirin û hilweşandin.
Ev hemû jî nîşan didin Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê eyî weke yên hevşibê xwe bûye yek ji çalakiya berxwedanê ya kêmpeyda ku li ser dîrokê şopa xwe hiştî. Çalakiyên wiha bi demê re bandora xwe kêm nabe, berevajî, zêdetir dibe. Çalakiyên wiha li nav dîrokê kevn nabin, tim zindî dimînin. Ji ber vê tim rê nîşan didin, bandorê dikin, rêxistinî dikin û perwerde dikin, rih û bîreweriyekê çêdikin. Ên ku berxwedanên wiha ava kirin jî weke lehengên wê civakê li di jiyana civaka azad û di meşa wê de tim dijîn. Afirandêrên Berxwedana 14'ê Tîrmehê jî ji bo civaka Kurd wiha ne.
Em 14'ê Tîrmehê Rojiya Netewî ya Rûmetê ya gelê Kurd pîroz dikin, afirandêrên roja me ya berdest Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi hurmet, minet û hezkirinê bi bîr tînin! Em diyar dikin di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û azadbûnê de tim wê bijîn.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka