Li Danîmarkayê ‘Konferansa Çand û Hunera Kurd’
Li paytext Kopenhag Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin.
Li paytext Kopenhag Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin.
Li Danîmarkayê di pêşengtiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk de Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin. Di konferansa nêzî 40 hunermend û helbestvan beşdarî bûn de, li lokala komeleya li paytext Kopenhag a Danîmerkayê hate lidarxisitn.
Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê û li qadên çand û hunerê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Di beşa duyemîn a konferansê de jî pêşniyar û nirxandinên hunermendan hatin gotûbêjkirin û biryar hatin girtin. Di konferansê de rêveberiyek ji 16 kesan hate hilbijartin.