ÇAND Û HUNER
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin, amadekarî qediyan. Komîteya amadekar bang kir ku li dijî tecrîd, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.
Lêkolîner Veysî Toprak bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên rûxîner ên li ser çanda Kurdî û destnîşan kir ku tunekirina muzîk û zimanê Kurdî di nava yekem armancên serweran de ye.
Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û ‘Haydi Kizlar Okula’ yên bi pêşengiya Turkan Saylan hatin destpêkirin, li ser perwerdeya jinên Kurd polîtîkayên Tirkkirinê hatin meşandin.
Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dan.