Stranbêj û helbestvanê navdar ê kurd Alî Temel di 17'emîn salvegera şahdeta xwe de bi şahiyekî hat bi bîranîn. Şahiya pêr saet di 19.30'yî de li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, hat li darxistin de gelek hunermend û welatî beşdarî bûn
Hevalê hunermendê kurd Alî Temel bi şahiyeke Temel bi bîr anîn. Şahiya ji hêla Navenda Çanda Dîcle Firatê ve li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn hat li darxistin de, birayê Alî Temel, Faysal Temel, hevalê Temel Hozan Cemal, hunermend Comert, endamên Koma Çiya, Koma Gulênxerzan û gelek hunermend jî di nav de bi sedan kes beşdar bû.
Şahiya ku ji hêla hunermend Farqîn ve hat bi rêvebirin de, li ser jiyana Alî Temel destpêkê sînevîzyonek hat nîşandan û dûre birayê wî Faysal Temel derket ser dikê û der barê xebat û çalakiyên Alî Temel de axaftinek kir. Faysal Temel diyar kir ku Alî Temel ji bo çand û hunera kurdî gelekî xebat kirine û her dem dixwast tiştekî bike.
Temel destnîşan kir ku ji ber van çalakiyên wî gelekî rastî zilma dewletê hatiye û bi rojan di îşkencê de maye. Temel bi lêv kir ku birayê wî tu carê di fikir û remana xwe de tawîz nedaye û xwedî li nirxê xwe derketiye. Temel wiha pêde çû: "Ji bo em bigihên van rojan têkoşîneke bê hempa hat dayîn. Di vê riyê de bi hezaran cangoriyan canê xwe da, divê em wekî gelê kurd û hunermendên kurd xwedî van nirxên pîroz derkevin û riya wana pîroz bişopînin."
Piştî axaftina Faysal Temel, hunermend Farqîn diyar kir ku di muzîka kurdî de kedeke pîroz ya Alî Temel heye û ev tişt anî zimam: "Di salên 90'î de ji bo pêşketina muzîka kurdî gelek xebatên hêja dihatin kirin. Min jî di hêla xwe ve hin xebat dimeşandin, lê yê herî ez teşfîqî vî karî kirim hunermend Alî Temel bû. Hevalê Alî bandoreke gelekî mezin li ser min çêkir û em îro bi keda wane pîroz li vêderê ne."
Gava hunermend Farqîn axaftina xwe bi dawî kir endamên Koma Çiya hunermend Genim derket ser dikê û der barê Alî Temel de axaftinek kir. Hunermend Genim diyar kir ku di salên 90'î de di humera kurdî de rihekî şoroşgerî hebû û ev rihê şoreşgerî li ser muzîka kurdî gelekî bandora xwe kir û ev tişt anî ziman: "Di wan salan de gelê kurd têkoşîneke gelekî dijwar da meşandin. Ji bo pêşketina muzîka kurdî jî gelek xebatên pîroz hatin kirin. Wê demê di hemû hêla civaka kurd de rihekî şoreşgerî hebû. Di çand û hunera kurdî de rihekî şoreşgerî hebû, di gel de rihê şoreşgerî hebû. Gelê kurd bi deh salane bi vî rihê şoreşgerî têdikoşe û ez bawer dikim ku dê gelê me di mîtînga 14'ê tirmehê ya li Amedê de jî bi vî rihê şoreşgerî derkeve Qada Îstasyonê û xwedî li rûmeta xwe derkeve."
ŞEHÎD RASTIYA JIYANA ME NE
Hunermendê Kurd Comert jî destnîşan kir ku ji bo gelê kurd bigihêje van rojan gelek êşên mezin kişandine. Hunermend Comert ev tişt got: "Ez biwxe ji Dêrsimê me. Wekî hun jî dizanin bi salan e li vî welatî têkoşînek tê meşandin û me bi hezaran can dan di vê riyê de. Em wekî gelê kurd deyndarên van şehîda ne. Em deyndarên Rêber Apo ne. Me di saya van şehîdan û vê têkoşînê rastiya xwe naskir. Tê bîra min ez hê zarok bûm, me tu carî ji devê kal û pîren xwe rastiya komkujiya Dêrsimê nebihîst. Rojekî kesekî ji mere negot ev newal û gelî bi cenazeyan hatine tijekirin û kesekî negot em biçin di sersala komkujiyê de finekî pêxin û van canên xwe bi bîr bînin. Lê îro em hemû rastiya hovîtiya dewletê bi saya Têkoşîna Azadiyê de pê dihisin. Bi saya şehîdên Kurdistanê de û di saya felsefeya Rêber Apo de me rastiya xwe naskir. Ez we bi ronahiya felsefeya Rêber Apo û ronahiya şehîdên Kurdistanê silav dikim."
Di berdewama şahiya bîranînê de şagirtên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn derketin ser dikê û stranên ku ji hêla hunermendê kurd Alî Temel ve hatibûn nivîsandin û gelek stranên şoreşgerî hatin xandin. Di dawiya şahiyê de hemû hunermendên li şahiyê de mêvan bûn derketin ser dikê û bi yek dengî stran diyarî hunermendê kurd Alî Temel kirin.