Di 20'emîn salvegera, rojnamevan û nivîskar Huseyîn Denîz de, pirtûka li ser bîranîna wî ya Kurdî ya bi navê HUSEYÎNCAN ji Weşanxaneya Mezopotamya û Weşanxaneya Aramê derket.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz di 9'ê Tebaxa 1992'an de li sûka Serêkaniya Rihayê ji aliyê Hizbûlkontra yên dewleta Tirk ve bi xafiltî hatibû gulebarandin û roja 10'ê Tebaxê li Nexweşxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dabû.
Ev bîst sal in kujêrên Huseyîn Denîz ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine aşkerekirin. Di pirtûka li ser bîranîna Huseyîn Denîz hatiye nivîsandin de hûn ê bikarin nivîsandinên wî, bîranînên hevalên wî li ser nivîsandine, nûçeyên di derbarê şehadeta wî de derketine û dîsa pê re biçin wan salên dijwar û dîroka çapemeniya Kurd.
Çîroka xebatkarên kevneşopiya çapemeniya azad, Ozgur Gundem û yên din û wan rojan bi hestewarî bi bîr bînin. Wekî din wêneyên Huseyîn Denîz jî di pirtûkê de cih digrin. Pirtûk dikare li Ewropa li Weşanxaneya Mezopotamya, li Tirkiyeyê jî li Weşanxaneya Aram were peydakirin.