Gundiyê Kurd bi navê Bêkes Doskî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kiribû. Lê piştî şoşera azadiya Başûrê Kurdistan, di encama qirkirinên bi navê “Enfal” ên li hemberî Kurdan pêk hat de helbestên wî jî wenda bûn.
Ji kerba êş û evîna welat peyv û hevok ji dilê xemgîn diherikin. Gundiyê bi navê Bêkes Doskî, di sala 1966’ê de li gundê Şirtê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike. Lê ev hestên wî li rastî qirkirinên li hemberî Kurdan tên.
Doskî wiha behsa jiyana xwe dike; “Min di 12 salan xwend û piştre ji ber nêzîkatiyên rejîma Baas a li hemberî Kurdan dest jê berda.” Piştre di sala 1976’ê de tevlî şoreşa Gulanê ya Başûrê Kurdistanê dibe û weke her Kurdekî ji bo azadiyê têdikoşe.
Di salên 1988’yan de rejîma Baas komkujî li ser komkujiyan li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, hema dixwaze Kurdan bi temamî qir bike. Di encama van qirkirinan de nêzî 300 hezar Kurd têne qetilkirin û bi deh hezaran koçberê cîhanê dibin.
Bêkes Doskî, di vê demê de tevî malbata xwe derbasî Bakûrê Kurdistanê dibe û malbat diçe Mêrdînê. Hemû helbestên ku ji aliyê Bêkes ve hatibûn nivîsandin, di dema komkujiyan de wenda dibin. Lê hestên wî heta niha berdewam dikin.
Bêkes Doskî dibêje ku ew di salên 1988-1992’ê de li Mêrdînê mane û piştre li gelek gund û bajarên din ên Kurdan geriyaye. Li hemberî hemû şert û mercên dijwar, komkujî, koçberî, dest ji helbestan bernade.
Hemû hest, bêrîkirin, evîna welat, xemgînî û trajediyên hatine serê Kurdan, di pirtûka bi navê “Gula Hefte Reng” de bi cih dike û niha jî li ser hemû gund, çiya, dar, kevir û bajarên Kurdistanê helbest dinivîsîne.