Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya xebatên civakî û çandî de rojên "Nîşandan Fîlmên Li Derve" pêk anî. Bernameya fîlman dê hefteyê 2 rojan li parkên Şaredariyê bên nîşandan. Bernameya destpêkê li Parka Newrozê dest pê kir.
Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya xebatên civakî û çandî de her sal bi navê "Li Parkan Kêfa Sînemayê" bernameyên "Nîşandana Fîlmên Li Derve" pêk tîne. Îsal jî di heman çarçoveyê de dest bi nîşandana fîlmên sînemayê kir. Bernameya fîlman dê 2 rojan li parkên Şaredariyê bên nîşandan. Bernameya destpêkê li Parka Newrozê bi fîlmê "Press" dest pê kir.
Bernameya fîlman wiha ye:
Duşem: Korhat Parki,
Pêncşem: Mala Taxê ya 5 Nisanê
Şemî: Parka Newrozê
Duşem: Parka MTA'yê.
Çarşem: Yunus Emre Mahalle Evi,
Şemî: Rihan Park,
Duşem: Korhat Park,
Çarşem: Newroz Park,
Pêrcşem: MTA Park,
Duyem: MTA Park,
Çarşem: Yunus Emre Mahalle Evi,
Pençşem: Rihan Park.
Nîşandan dê saet di 21.00'an de dest pê bike. Di nîşandanan de de fîlmê Yarim Ay (Nîvheyv), Duvar (Dîwar), 5 Nolu, Press, Meş, Gîtmek (Çûyîn), Ozgurluk Ruzgâri (Bayê Azadiyê bên nîşandan.