Helwesta nerênî ya dewleta Tirk a li hemberî zimanê zikmakî, dihêle ku malbatek xwedî 11 zarokan penaber bibe. Hidir Ercan, ji ber ku di dibistana seretayî de perwerdehiya bi Kurdî tune bû, zarokên xwe ji dibistanê kir û niha jî xwe amade dike ku ji bo zarokên wî bikarin perwerdehiya Kurdî hîn bibin, koçberê Mexmûra Başûrê Kurdistanê bibe.
Ercan 6 ji 11 zarokên xwe naşîne dibistanê. Şoreş Bêrîtan 6, Bahoz Erdal 8, Mehmûm Korkmaz 10, Ocalan 12, Mazlum Dogan 13 û Dêrsim jî 15 salî ye.
Bav Ercan, Dêrsim ji pola 7’emîn, Ocalan û Mazlum Dogan jî ji pola 3’yemîn a dibistanê kir. Wî bi xwe perwerdehiya Kurdî da zarokên xwe. Lê dîsa jî zarokên wî dikarin bi Tirkî jî binivîsin û bixwînin.
WELAT ŞERVAN BÛ BAHOZ ERDAL
Beriya niha nave Bahoz Erdal, Welat Şervan bû. Lê Walîtiya Mêrdînê bi hinceta di Tirkî de tîpa “W” tune ye, 7 salan nasname neda Welat. Hidir Ercan ji ber vê yekê navê kurê xwe kir Bahoz Erdal. Piştre jî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
Perwerdehiya jib o zimanê zikmakî ya Hidir Ercan xwe digihîne sala 2002. Ji ber ku li Mêrdînê daxwaznameya “zimanê zikmakî dixwazim” nivîsand, 3 meh cezayê girtîgehê wergirt. Piştî 3 mehan di girtîgehê de ma, xwe hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî kir. Ji bo wan rojên di girtîgehê de dibêje; “Xwezî ez 2 sal di girtîgehê de bimabam. Ez ê baştir hînî Kurdî bibûma."
HER TIM DAXWAZNAME ŞAND
Ercan, jib o mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî serî li Serokkomartî, Serokwezaret, Serokatiya Meclîsê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, Wezareta Perwerdeyê û Midûriyeta Giştî ya Perwerdeyê da. Her wiha, daxwazname ji dibistana Seretayî ya Nûrîpaşa yak u zarokên wî lê dixwîne jî da.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirk di 13’ê çileya 2011 de bersiv da daxwaznameya Ercan û got; “Li gorî makeqanûn û qanûnan, li dibistanan nabe ji bilî Tirkî bi zimaneke din perwerde bê dayîn." Wezaretê di 13’ê nîsana 2012 de jî got; "Daxwaznameya we ji aliyê serokatiya me ve hat lêkolînkirin, xwesteka we xwest, dê serokatiya me di dema xebatên der barê sîstema me ya nû ya perwerdehiyê de lêkolîn bike.”
Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê jî heman nêzîkatî nîşan da û got; "Li dersxaneyên taybet zarokên xwe hînî Kurdî bikin."
Hidir Ercan, ji daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi awayê “Kurdê dê bibe dersa bijarte” jî nerazî ye û dibêje; “Piştî pola 5’eyîn dayîna dersa Kurdî weke bijarte asîmlasyon e. Hûn nikarin zimanê vî gelî weke dersa bijarte bidin vî gelî. Zimanê zikmakî mafek e. Çawa ku Tirkî rûmeta Tirkan e, Kurdî jî rûmeta Kurdan e."
KOÇBERIYA YEKEM JI MÊRDÎ BER BI STENBOLÊ VE
Malbata Ercan, li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê dijî. Malbat beriya 10 salan koçber bûye. Bav Ercan der barê sedema koçberiya malbata xwe de dibêje: “Gava min li Mêrdînê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî kir, polîs her roj dihatin pêşiya zarokên min. Rehetî tune bû. Ji ber wê jî em hatin vir.”
Niha jî malbat amadekariya koçberiyeke din dike. Ercan diyar kir ku ew ê ji bo perwerdehiya Kurdî biçin li Mexmûra Başûrê Kurdistanê bi cih bibin.