Yek ji mêvanên 3’emîn Mihrîcana Spor û Çandê ya Îskandinavya ya Şîrîn Elemhûlîyê hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco bû. Haco beriya dest bi stranên xwe bike baweriya xwe ya serkeftina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û piştî stranên xwe qedand, me hevdîtinek kin pêre pêk anî.
Haco beriya stranan bal kişand ser pêşketinên girîng ên li Kurdistanê û bi dilxweşî raperîn û têkoşîna Kurdan li Rojavayê kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê silav kir.
Ciwan Haco ji ANF’ê re axivî û bal kişand ku li Rojhilata Navîn pêşketinên dîrokîk hene û got; “Gelê Kurd yek ji gelên herî mezin ên Rojhilata Navîn e. Çawa ku gelên Rojhilata Navîn li Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîkayê ji bo azadî û mafên xwe rabûbin ser piyan, gelê Kurd jî îro li ser piyan e. Em jî dê weke gelên din mafên xwe bi dest bixin û bigihin azadiya xwe.”
Haco nêrînên xwe yên der barê hikûmeta AKP’ê yên li hemberî siyasetmedar û rewşembîrên Kur de jî anî ziman û got; “Li Tirkiyeyê gelek zext û neheqî li hemberî Kurdan heye. Kurd mafên xwe yên herî xwezayî dixwazin, ji bo vana xwepêşandan dikin. Dewlet bi bombeyên gazê êrîşê xwepêşandana BDP’ê ya di 14’ê Tîrmehê de li Amedê dike, parlementer û gel birîndar dike. Ma demokrasî ev e? Divê ev êrîş êdî rawestin û pirsgirêk çareser bibe. Êdî bes e. Hûn nikarin bi zarê û tundiyê têkoşîna me Kurdan têk bibin û nikarin bi vî awayî pirsgirêkê çareser bikin. Divê hevdîtin di demek zû de dest pê bikin. Êdî dem hatiye ku dewleta Tirk Kurdan weke gelek qebûl bike û hemû mafên Kurdan bide. Navnîşana çareseriya vê pirsgirêk diyar in. Muxatabên pirsgirêka BDP û PKK ne. Çawa ku beriya niha li Osloyê bi PKK’ê re hevdîtin pêk anîn, dive ev hevdîtin dîsa bêne destpêkirin. Ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê çareser dibe. Em dixwazin êdî mirin rawestin.”
Haco destnîşan kir ku salek e tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û wiha axivî; “Hûn nikarin bi tecrîdê pirsgirêkê çareser bikin. Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Gelê Kurd Wî weke rêberê xwe qebûl dike. Ez jî weke Kurdekî Ocalan weke rêberê xwe dibînim. Weke BDP, rêxistinên Kurdan û rewşenbîrên Kurd dibêjin; êdî dem hatiye ku Ocalan azad bibe. Divê êdî dewleta Tirk êdî gelê Kurd û rêberê wî weke terorîst tawanbar neke, divê dest ji vê yekê berde. Divê Ocalan serbest bê berdan û hevdîtinên a niha dest pê bikin.”