Welatparêz Huseyîn Akmaz jiyana xwe ji dest da
Welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê dijiya, ji ber xwînrijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. FEY-KOM’ê diyar kir ku ew ê nirxên ku Akmaz temsîl dike, bigihînin pêşerojê.
Welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê dijiya, ji ber xwînrijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. FEY-KOM’ê diyar kir ku ew ê nirxên ku Akmaz temsîl dike, bigihînin pêşerojê.
Huseyîn Akmaz (71) ê ku li Viyanayê dijiya, ji bo sazûmankirina baweriya Elewiyan û naskirina nasnameya Kurd xebatên girîng meşand, di 6’ê Tîrmehê de ji ber xwînrijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Akmaz ê ku nêzî 2 sal in nexweş bû, wê merasîm were lidarxistin.
HUSEYÎN AKMAZ KÎ YE?
Huseyîn Akmaz di sala 1954’an de li Dersimê ji dayik bû, di sala 1978’an de li Awûstûryayê bi cih bû. Li Viyanayê daneya teknolojiyê xwend û 35 salan wekî teknîsyenê teknolojiyê xebitî. Di vê serdemê de ji bo baweriya Elewiyan saz bike û nasnameya Kurd nas bike û daxwazên wan ên rewa bigihîneraya giştî ya Ewropayê, xebat meşand. Akmaz yek ji damezrînerên FEY-KOM (Federasyona Komeleyên Kurd li Awûrstûryayê) bû, ji bo hem civakên Kurd û hem jî yên Elewiyan gelek panel, semîner û çalakiyên çandî li dar xist. Li zanîngehên cûrbecûr ên Awûstûryayê li ser Elewîtiyê ders da. Akmaz ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li seranserê Ewropayê bû dengê gelê Kurd.
FEY-KOM: EM Ê NIRXÊN KU WÎ TEMSIL DIKIR BIGIHÎNIN PÊŞEROJÊ
FEY-KOM’ê ji ber wefata Huseyîn Akmaz xemgîniya xwe parve kir û ji malbat, hezkirî, hevrê û civakên Elewî û Kurd re sersaxî xwest. FEY-KOM’ê diyar kir ku Akmaz li Viyanayê wekî mamosteyek, pêşengek civakî û çalakvanek bi biryar şopa xwe hiştiye û got: "Huseyîn Akmaz ne tenê dîroka têkoşînê, di heman demê de mîrateyek wijdan û berpirsiyariya hevpar jî li pey xwe hişt. Erka me hemûyan e ku em nirxên ku wî temsîl kir biparêzin û van nirxan bigihînin pêşerojê. Heval Huseyîn wê her û her di dilê me de bijî û em ê li ser rêya ku wî nîşanî me da bimeşin.”