Seîd Yûsif li Qamişlo hate veşartin

Hunermend Seîd Yûsif ê ku li Stenbolê tedawî dibû û di nexweşxaneyê de rehmet kiribû, li Qamişlo hate veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo, bi dehan hunermend, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî îro cenazeyê Stranbêjê Kurd ê navdar Seîd Yûsif (Mîrê Bizqê) ji deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de wergirtin.

Cenaze li goristana taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Tê payîn ku wê sibe konê sersaxiyê li pêşiya mala wî were vedan.

Stranbêjê Kurd ê navdar Seîd Yûsif (73) ku demekê ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyek Stenbolê dihat dermankirin di 26‘ê Sibatê de koça dawî kir.

Seîd Yûsiv di sala 1947’an de ji dayik bûbû û 50 sal in bi saz û gotinên xwe tevkariyeke mezin li muzîka Kurdî kir. Seîd Yûsiv wekî mîrê bisqê dihate nasîn û gelek stranên wî ji alîyê hunermendên din ên Kurd hatibû strandin.