Trump: Sê tesîsên nukleerê yên Îranê ‘bi temamî’ hatin tunekirin

Trump ragihand ku wan li dijî sê tesîsên nukleerê yên Îranê êrîşeke “pir serketî” pêk anî û tesîs “bi temamî” hatin tunekirin. Îranê ragihand ku di tesîsan de qirêjbûna nukleer çênebûye. Bi dehan fuze hatin avêtina Îsraîlê, herî kêm 18 kes birîndar bûn.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku şeva Şemiyê li dijî sê tesîsên nukleer ên li Îranê, bi taybetî li dijî Fordowê êrîşeke “pir serketî” pêk anîne.

TRUMP: DEMA AŞTIYÊ HAT

Trump di peyama xwe ya li Truth Social hatî weşandin de, ev tişt got: “Hemû balafir bi ewle vegeriyan” û “şervanên mezin ên Emerîkî” pîroz kir. Donald Trump ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir: “Dema aştiyê hat.”

BI TEMAMÎ HATE TUNEKIRIN

Donald Trump îdîa kir ku tesîsên dewlemenkirina nukleerê yên Îranê, bi êrîşên DYE’yê “bi temamî hatin tunekirin”.

Serokê DYE’yê ev tişt jî anî ziman: “Lîderê Rojhilata Navîn Îran, divê êdî were aştiyê.”

GEFA ÊRÎŞÊN HÎN MEZINTIR

Trump got, “Eger vê yekê nekin, êrîşên piştre wê hîn mezintir û hîn hêsantir bin” û bang li Îranê kir ku “bi lez” were aştiyê.

‘DI NAVA ÇEND DEQEYAN DE EM DIKARIN BÊBANDOR BIKIN’

Trump ev tişt jî bilêv kir: “Em ji bîr nekin ku hîna gelek hedef hene, hedefên îşev di halê hazir de yên herî zehmet bûn. Lê eger aştî bi lez pêk neyê, em ê bi rengekî hesas, lez û bi tecrube li van hedefên din bixin.”

Serokê DYE’yê wiha got: “Em dikarin di nava çend deqeyan de, piranî ji van bêbandor bikin.”

FOX NEWS: BOMBEYÊN KU STARGEHAN QUL DIKIN Û 30 FUZEYÊN TOMAHAWK HATIN AVÊTIN

Li gorî Fox News’ê balafirên bombebaranê yên B-2 ên Emerîkî, 5-6 bombeyên ku stargehan qul dikin bi kar anî û tesîsa nukleerê ya Fordow “bi temamî tune kir”. Tesîsên Natanz û Îspahan bi 30 fuzeyên Tomahawk hatin hedefgirtin. Fox News îdîa kir ku “Kar û xebatên Îranê yên nukleer bi dawî bûn.”

ÎRAN: NÎŞANEYA ‘QIRÊJIYA’ NUKLEER TUNE

Îranê ragihand ku piştî êrîşên DYE’yê ‘nîşaneya qirêjbûna’ nukleer tespît nekirine. Navenda Sîstema Ewlehiyê ya Nukleer a Neteweyî ya girêdayî Saziya Enerjiyê ya Atomê, ev daxuyanî da: “Ti nîşaneya kontamînasyonê nehat tespîtkirin. Lewma ji bo kesên ku li derdora tesîsên Fordo, Natanz û Îspahanê dijîn, ti xeterî tune.”

ÎSRAÎLÊ QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT

Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku qada hewayî “ji ber geşedanên dawî” heya fermaneke din wê girtî bin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Nuqteyên derbasbûna bejahî, (bi Misir û Urdun) normal dixebitin.”

ÎRAN: ÊRÎŞ WÊ NEKARIN KARÊN NUKLEER RAWESTÎNIN

Saziya Enerjiyê ya Atomê ya Îranê roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên DYE’yê wê nekaribin fealiyetên nukleer ên Îranê ‘rawestînin’ û bombebaran weke “çalakiyeke hovane” pênase kir.

ÎDÎAYA ‘XAMANEY CIHGIRÊN XWE HILBIJART’

Li gorî New York Times, lîderê mezin ê Îranê Alî Xamaney di rewşa ku eger ji ber şer were kuştin de, bi kesekê ku jê bawer dike re 3 cihgirên potansiyel diyar kiriye. Lîderê ku di sirnaxekê de xwe vedişêre, di xeleka fermandariya leşkerî de gelek kes hilbijartine.

ÎRANÊ BI DEHAN FUZE AVÊTIN ÎSRAÎLÊ: HERÎ KÊM 18 KES BIRÎNDAR BÛN

Îranê sihara Yekşemê herî kêm 35 fuze avêtin Îsraîlê. Ji dema ku ev şer destpê kirî û vir ve, ev bû êrîşa herî mezin. Li gorî medyaya Îsraîlê du êrîş hatin qeydkirin: ya destpêkê piştî saet 7.00’an demek kurt, ya duyem jî bakurê welêt hedef girt. Mîna Sharon, Gush Dan, Qudus û Geliyê Urdunê li gelek herêman hişyarî hatin dayîn. Li gorî rayedarên Îsraîlê piraniya fuzeyan hatin astengkirin. Lê 10 nuqteyên lêketinê, hatin tespîtkirin û li hin herêman zirarek girîng derket holê. Hat ragihandin ku li Tel Avîvê du avahî hatin hilweşandin, di encama êrîşan de herî kêm 18 kes birîndar bûn.