Saziyên Civaka Sivîl ji bo hejaran bang li YE'yê kirin

Saziyên Civaka Sivîl(SCS) ji bo ku zarokan ji talokeya hejariyê xilas bike bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir.

Îstatîstîk rewşeke kambax nîşan didin. Li Ewropayê li 20 ji 100'î yên malên hejar, zarokên ku çêdibin, hê neketin salvegera çêbûna xwe ya pêncan, rîksa mirinê du caran li yên din zêdetir  e.

Li gorî rêxistinên civaka sivîl ev dibe çespandina wê ku hejarî dahatuya zarokan diyar dike.

Ji bo vê jî SCS hevdîtinên xwe yên bi Komîsyona Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê re zêde kirin. Rêxstin civaka sivîl dixwazin meseleya hejariyê ya zarokan, meseleya dervekirina ciwanan û mafên zarokan bikin navenda polîtîkaya saziyên Ewropayê.

Li gorî Euronewsê Sekretera  SCS'ya bi navê Terre dest Hommes Delphîne Moralîs girîng e ku ciwanan zêdetir tevlê bikin û got, ''Ev ji bo zarokan stratejiyek e. Naxwe divê em tevlêkirina wan a li nîqaşên siyasîn mîsoger bikin.''

2018'an li gelek welatên Ewropayê krîza darayî kirin hincet û polîtîkayên sosyal kêm kirin. Vê rewşê li ser malbatên rewşa wan hesas rasterast bandor kir.

Îro ji her çar zarokan yek jê li ber hejariyê ye. Li hin dewletên endamên YE'yê nîvê zarokan li ber sînorê hejariyê ne.

Nexasim ji bo zarokên penaber rewş hê girantir e. Li tevahiya cîhanê 52 ji 100 yê penaberan zarok in. Rêxistinên civaka sivîl diyar dikin mifteya sereke ya çareseriya vê meseleyê pêkanîna xwe gihandina perwerdehiyê ye. Perwerdehî bi giştî weke lingê çaran ê alîkariya mirovî tê dîtin.