Samî Tan: Li dijî Kurdî wê bi ser nekevin

Zimanzan Samî Tan got, înkar û asîmîlasyon ji bo Kurdan ne tiştekî nû ye, lê Kurd xweş bi berxwedanê zanin û diyar kir, zextên tekparêz û nîjadperest wê bi ser nekevin.

Zimanzan Samî Tan, piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di dema Rewşa Awarte de bi biryarnameyê hate girtin li Komeleya Lêkolînê ya Kurdan dest bi kar kir. Tan bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ji ANF'ê re axivî.

Zimanzan Tan bal kişand ser zext û zordariya giran a vê demê û bi bîr xist ku piştî qedandina pêvajoya diyalogê zexteke giran hemû rêxistin û saziyên demokratîk hate kirin û piştî 15'ê Tîrmehê gelek saziyên Kurdan û yên demokratîk bi biryarnameyan hatin girtin.

Tan got, yek ji van saziyan jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku ji sala 1992'an ve bi rengekî bê navber dixebitî û diyar kir, bi girtina hemû saziyên li Bakurê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûman, derb li karê ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdan hate xistin.

'JIYAN BÊ ÇAND Û ZIMAN NABE'

Tan, ji bo parastina nasnameya çandî bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û destnîşan kir ku ziman nebe, çand nikare bê parastin û pêşvebirin. Tan bi bîr xist ku zimanê dayikê di afirandina nasname û kesayetiya mirovan de xwedî cihekî girîng e û got, "Her qedexe û astengiya li ser zimanê dayikê tê ferzkirin, tê wateya hewldana ji bo tinekirina komên çandî. Qedexekirin û astengkirina ziman, qirkirin e. Ev yek di lîteratura navneteweyî de bi vî rengî tê pênasekirin."

'KURD LI BER ASÎMÎLASYONÊ RABÛN'

Samî Tan got, ne tenê Kurd her wiha Laz, Çerkez, Boşnak, Ermenî û gelek çand û nasnameyên din ên li Tirkiyeyê bûn hedefa polîtîkaya asîmîlasyonê û destnîşan kir, ji ber ku herî zêde Kurd li ber vê polîtîkayê rabûn, zext û zora fîzîkî li wan hate kirin.

Zimanzan Tan got, bi du rengî zext li Kurdan hate kirin û diyar kir ku dewletê ji aliyekî ve zexta fîzîkî li Kurdan kir û ew înkar kir, li aliyê din jî hewl da zimanê wan bê tesîr bike û ji qîmetê bixîne.

Tan hişyarî da ku bi zîhniyeta tekparêz a tifaqa AKP-MHP'ê re wê zexta li ser çand û zimanan zêdetir bibe û bi bîr anî ku ev polîtîka înkar û asîmîlasyonê ji bo Kurdan tiştekî nû nîne.

Tan diyar kir ku ji destpêka avabûna omarê ve heman zilm li Kurdan tê kirin, lê Kurd xweş bi berxwedanê zanin û got, "Kurdî xwedî dîrok û berhemên hezar salî yên nivîskî ne. Li medreseyên li Kurdistanê ji wêjeyê heta felsefeyê, ji gramerê heta astrolojî û olê perwerde dihatin dayin." Tan destnîşa kir ku ev zexta yekparêz û înkarê wê nikaribe bi ser bikeve û wiha dewam kir: "Rewşa heyî hinekî trajî-komîk e. Ji ber ku nêrîna yekparêz û înkarê li ruhê serdemê nayê, cihê xwe di serdema heyî de nîne. Di demekê de ku sînorên neteweyî ji holê rabûne, derfet nîne ku netewe dewleteke tekparêz bê afirandin. Ji ber vê yekê ji gelek aliyan ve komîk e. Bêguman dema mirov li travma û trajediyên vê rewşê rê li ber vekiriye dinerin, hingî rewş dibe rewşeke trajî-komîk."

Samî Tan got, ev feraseta tekparêz ji bilî zerarê tiştekî din nade gelên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku kesên daxwaza gelekî ya ji bo xwerêvebirina bi çand, ziman û nasnameya xwe weke pirsgirêka bekayê ya Tirkiyeyê dibînin, ew bi xwe pirsgirêk in.

Tan herî dawî bang li her kesî kir ji bo xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.