Xwendekarên Kurd ên li zanîngehên Elmanyayê dixwînin, bi dirûşmeya “Dîrokê fêm bike, sînoran derbas bike, Kurdistanê yek bike” li salona Saalbau Gallus Hall a Frankfurtê konferansek ku çar parçeyên Kurdistanê digire nav xwe li dar xist.
Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd bi sirûda neteweyî ya Kurd Ey Reqîp dest pê kir, piştre sînevîzyona li ser dîroka xwendekarên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hatibû amadekirin hate pêşandan.
Koma folklorê bi rengên gelêrî yên Kurd hunera xwe pêşkêş kir. Profesorê Alman Carsten Krinn û dayika Ferhat Unvar ê ku di sala 2020’an de li Hanau ya Elmanyayê di êrîşeke nijadperest de hate qetilkirin, Serpîl Unvar axaftin kirin.
Xwendekarên Kurd ên ku li zanîngehên Rojava, Bakur, Rojhilat û Rojava dixwînin jî bi rêya telekonferansê ve beşdarî konferansê bûn û ji bo civîna yekîtiya neteweyî banga seferberiyê li ciwanên Kurd kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di peyama xwe de Konferansa Ciwanên Kurd silav kir û got ku yekîtiya neteweyî pir girîng e.
Piştî nîqaşan, rêxistina sîwane ya xwendekarên zanîngehê ya bi "Civata Xwendekarên Kurd" (Gemeinschaft der kurdischen Studierenden) hate avakirin.
Piştî nîqaşan, hilbijartin hatin kirin û koordînasyonek ji pênc kesan hat diyarkirin.
Konferans bi muzîkê bi dawî bû.