Rewşenbîrê Kurd Emerîkê Serdar çû ser dilovaniya xwe

Rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û Serokê Rewşenbîrên Kurdên Ermenîstanê Emerîkê Serdar çû ser dilovaniya xwe.

Rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û Serokê Rewşenbîrên Kurdên Ermenîstanê Emerîkê Serdar çû ser dilovaniya xwe. Emerîkê Serdar 40 sal ked dabû rojnameya Riya Teze. Li Ukraynayê, li bajarê Karkovê, 19’ê Sibatê di 83 saliya xwe de bi nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwe.

Li ser mirina Emerîkê Serdar sazî û rêxistinên Kurdên Ermenîstanê li ser navê Şewra Kurdên Ermenîstanê û Komîteya Kurdistanê daxuyaniyeke sersaxiyê hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de saziyên Kurdên Ermenîstanê  xemgîninya xwe ya ji mirina rewşenbîrê Kurd Emerîkê Serdar anîne ziman û sersaxî ji gelê Kurd re re xwestin.