Promiyera cîhanê ya fîlma 'Çûyin'ê li Jihlava hate çêkirin

Promiyera cîhanê ya fîlma 'Çûyinê', ku çîroka wan kesên ji bo ku ji nû ve avakirina Kobanê bi rê ketine dibêje, li Festîvala Belgefîlm û Fîlman a Jihlavayê ya Navnetewî ya 23'yan hate kirin.

Festîvala ku li bajarê Jihlavaya Komara Çekê ku her sal tê kirin, pêşwaziyê li gelek belgefîlm û fîlm û sînamezên sînameya Çek û Cîhanê yên nûjenxwaz, resen û wêrek dike.

Di beşê ''Şewleyên Nû'' yê festîvalê de ku ji bo fîlmên pêşî tê veqetandin  'Çûyin' ji bo Fîlmê Belgefîlm ê bi Metraja Dirêj namzeta fîlmê pêşî ye.

Piştî fîlmê ku eleqeyeke zêde ji bo wê hebû, li ser navê tîma fîlm Mustafa  Emîn  Buyukçoşkun axivî, got, bi wê qebûlkirina ku çîroka fîlm qet wê bi temamî nayê vegotin dest pê dike.

Derhênerê fîlm li ser pirsa derbarê tercîhên dîtbarî yê fîlm got, ''Dema ku kamera ne li derve be, leheng ne jîndar bin, arşîv kem bin, hûn ê çawa bikaribin behsa rêwîtiyê bikin?''

Rêwîtiya festîvalan a belgefîlma 'Çûyin'ê ku berhema hevkar a Elman û Tirkiyê ye û ji hêla Insîyatîva Malbatên Pirsûsê, SDGF, BEKSAV, Zanîngeha Karslruhe a Huner û Sêwirdanên ve pêk hatiye wê bidome.