Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin
BI DÎMEN

Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

Di 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Barcelonayê de, berxwedana gelê Kurd, azadiya jinê û dewlemendiya çandî bi rêya sînamayê hat nîşandan.

7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Barcelonayê di navbera 9-11’ê Gulana 2025’an de, li salonên Can Batllo, Zumzeig û Ca la Panarra pêk hat û tê de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo enternasyonalîzm û azadiya jinê.

Li taxa Santsê ji bilî nîşandana fîlman, axaftin, pêşangeh û performansa muzîkê hatin lidarxistin. Fîlmên wekî “Lêgerîn” a Kolektîfa Sînemagerên Jin a Kezî, “Hêza” ya Derya Denîz, “Nameyên ji Şengalê” ya Dersim Zêrevan û “Kobanê” ya Ozlem Yaşar di festîvalê de hatin nîşandan. Van xebatên ku rola jinan di pêvajoyên şoreşgerî de ronî dike, rastî eleqeyek mezin hatin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên zanîngehan, derhêner û hunermendên Kurd beşdarî festîvalê bûn.

Derhêner Ersîn Çelîk, sînema weke amûra parastin û hêviyê pênase kir û destnîşan kir ku çîrok be jî li herêmên pevçûnan roleke girîng dilîze.