Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin û biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di axaftina xwe ya li kongreyê de got, "Rêber Apo niha bi paradîgma û manîfestoyeke nû dixwaze pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê çareser bike."
Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
"Di serî de girêdan û hurmeta xwe ji bo Rêber Apo diyar dikim. Di şexsê hevalê Fûat û Riza de hemû şehîdên PKK’ê û şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim û hurmet û mineta xwe diyar dikim.
EGER XETA RÊBER APO LI CÎHANÊ HATIBE QEBÛLKIRIN, EV YEK JI ENCAMÊN MANÎFESTOYA DESTPÊKÊ YE
Niha pirsgirêka me ya esas helbet fêmkirin e. Niha bi kongreyê 1’ê re Rêber Apo manîfestoyek da pêşiya me, bi hemû kêmasî, şaşitî û niyeta xwe me ew manîfestoyê meşand. Bi vê re me gelek encam jî derxist. Ev rasîtiyek e kes nikare înkar bike. Encax kesên ku wîjdana wan nebe dikare van înkar bike. Yên xwedî wîjdan dizanin ku di bin rêbertiya Rêber Apo de têkoşînek hat meşandin û ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd, ji bo mirovahiyê û ji bo jinên cîhanê çi encamê derxistiye dizanin. Encamê ku derketin encamên pir mezin in. Di van şertan de bi vê manîfestoyê PKK’ê ava kirin, têkoşîn pêş xistin, vêya hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo jinên Kurd nasname çêkir, vêya ji bo gelê Kurd û jinên Kurd keramet çêkir. Eger ku îro li cîhanê gelê Kurd, jinên Kurd, Rêber Apo, xeta Rêber Apo tê qebûlkirin, her kesek dixwaze mînak werbigre, hêviya xwe pêk bîne, ev encamê we ne. Yanî ez çi dibêjim, di raporên navendê PKK’ê de jî hatibû nivîsandin, ev Tevger wexta ku hat çêkirin rast çêbû û têkoşîn kir, ev hemû rast in. Ez bi vê dîrokê di vî aliyê de kêfxweş im, dikarim vê bibêjim. Helbet wexta ku ez vê dibêjim, ez ji kêmasî û şaşitiyan narevim, serê wê nagirim, naxwazim serê wê jî bigrim, lê dîrokek me ya bi rûmet heye. Ev dîrok bi hemû kêmasî û şaşitiyên xwe ji bo gelê Kurd jî ji bo mirovahiyê jî keramet û nirxên mezin çêkir. Ev rastiyek e.
RÊBER APO TÊKOŞÎNA ESASÎ DI NAVA PKK'Ê DE MEŞAND
Niha têkoşîna Rêber Apo hemû ji bo çi bû? Ew bû ku gelekî di her şert û mercî de xwedî li azadiya xwe derkeve, têkoşîn bike. Rêber Apo bi berdêlên mezin, bi êşên mezin, bi tênegihîştinên mezin zêdetir di nav PKK’ê de, ev yek pêk anî. Ji bo ku pirsgirêka Kurd û rastiya gelê Kurd bi her aliyê ve derbixe pêş her kesî, xwest li ser vê esasê pirsgirêkê bi rêya demokratîk û siyasî çareser bike. Ji bo vê gelek gav pêş xist. Lê hem di hundirê PKK’ê de û hem jî di derveyî PKK’ê de ji bo ku ev pêngavên ku hatin avêtin bi ser nekevin gelek mudaxile çêbûn. Niha dikarim vê jî bibêjim, dema Rêber Apo li dijî şaşitî, kêmasî û sûcan sekînî, hê zêdetir di nav PKK’ê de sekinî. Dibe li dijî derve jî sekînî û têkoşiya, lê têkoşîna esas di nava PKK’ê de pêş xist. Ji ber ku civakê Kurd, mirovê Kurd, dagirkeran li pişt van sîstemên kapîtalîzmê, NATO civakekî çawa, mirovekî çawa çêkirin baş fêmkirin. Bi vê civakê, bi vê şeklê, bi vê mirovê têkoşîna azadî û demokrasî li Kurdistan nehat pêşxistin ne mimkun e. Rêber Apo hê di serî de ev tespît kiribû li ser wê esasê, teorî, felsef, îdeolojiya xwe, rêbertî, rêxistin, milîtaniya vê civaka pêş xist ku bikaribe li cihekî wekî Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixe. Ji bo vê lazim bû di civaka Kurd û mirovên Kurd de guhertin çêbûban. Eger ku di zîhniyet û kesayetê civakê de guhertin çênebûba ne pêkan bû têkoşînek azadî û demokrasiyê wisa pêş ketiba û ev tevgerê hem ji bo gelê Kurd hem ji bo mirovahiyê bûba hêvî. Ji bo vê hê di destpêkê de fedayîtî esas wergirt. Ji bo vê hê di destpêkê de îrade esas wergirt. Li ser vê esasê vê têkoşînê pêş xist. Li Enqereyê bigre heta niha li Îmraliyê li ser vê esasê Rêber Apo têkoşînê dimeşîne. Li Îmraliyê jî çi got, got tenê di şertê min de guhertinê bikin ez vê dixwazim, wekî din derfeta min teorîk û pratîk heye ku bikaribim vê pirsgirêkê bikşînim ser zemînê siyasî û çareser bikim.
DIVÊ EM MANÎFESTOYA DUYEMÎN WEKE RÊBER APO FÊHM BIKIN, BIXIN PRATÎKÊ
Ev tevger tevgerekî îrade û fedayî ye, bi temamî xwe xistiye xizmetê Rêber Apo û tevlîbûn li ser vê esasê çêkirine. Ji ber ku em wisa tevlî vê tevgerê bûn. Tevlîbûna me tevlîbûna li Rêber Apo ye. Madem ku em tevlî Rêber Apo bûne, lazim e ne ji hinek aliyan ve, ne hinek aliyên ku tê hesabê me, bi her aliyê ve bi Rêber Apo re yekîtiya xwe çêbikin. Fedayîtî di me de heta dawiyê ye, wêrekî, fedakarî, xwe hesab nekirin ev hemû hene. Rêber Apo jî vana di wextê de anî ser ziman. Niha jixwe erk li pêş me ye, em ê çawa bikin ku Rêber Apo bi her aliyê ve bigihînin cîhanê? Ha bi têgihiştina Rêber Apo ya sosyalîzmê em li cîhanê pêş bixin. Ji ber ku asta Rêber Apo pêş xistî, ne tenê asta ku di manîfestoya yekem de pêş xistiye, bi manîfestoya duyemîn re ast dibe gerdûnî êdî, lazim e em vêya baş fêm bikin. Em wek berê fêm nekin, wek Rêber Apo fêm bikin û wisa em tevlî bibin û wisa pratîkê bimeşînin. Rêber Apo er tim pirsgirêkê di nav tevgerê û nav civakê de wekî pirsgirêka xwe dît, da pêşiya xwe ku çawa dikare van pirsgirêkan çareser bike. Ev yek esas wergirt. Di xwe de tîştê ku çareser kir, di nav Parî û gel de çareserkirinê jî esas wergirt. Di nava kadro û gel de hezkirin, yekîtî ji bo Rêber Apo pêşxistin ev e. Dijmin çiqas xwest Rêber Apo reş bike, eger nekarî reş bike û her ku çû hezkirina li hemberî Rêber Apo mezin bû ku îro li cîhanê belav bûye, ev li ser vî esasî ye. Pêvajoya ku Rêber Apo dayî pêş me, em ê çawa rast pêş bixin ez li ser vê disekinim. Eger ev tevger carekî din şaşitî û kêmasiyan jiyan neke, di serî de ez û hevalên ku niha tevlî vê kongreyê dibin tevahî em damezrînerê pêvajoya nû ne, lazim e em wesf û mesûliyeta xwe ne wek xwe wek Rêber Apo dayî pêş me fêm bikin û li ser vê em bikevin pratîkê. Ji bo vê pratîkê li pêş me bi rastî gelekî girîng û giran e. Ne wekî damezrînerên kongreya yekemîn e, yanî zêdetir û girantir erk li pêşiya me ne.
DIVÊ EM TEHLÛKEYAN JÎ BIBÎNIN
Talûke jî hene, em ne tenê erkan bibînin, lazim e talûkeyan jî bibînin. Van talûkeyan jî encex bi pêkanîna erk û mesûliyeta xwe em dikarin bibînin û van talûkeyan ji holê rakin. Eger ev nebe, hedefa dijmin ew e ku PKK’ê bi navê Kurd û Kurdistan çi çêkiriye bi temamî ji holê rake. Niha ev tevgera Rêber Apo bi Kurdan da qezenckirin. Eger îro di qada navneteweyî de ji bo Kurdan hurmet çêbûye, ev encama têkoşîna ku Rêber Apo pêşxistiye û mudaxeleya ku kiriye ye. Niha li ser wê mudaxeleya dîrokî, mudaxelayekî dîrokî ya hê mezintir hê kûrtir pêş dixe. Bi paradîgmayê ku me destpê kirî, bi manîfestoya ku me destpê kirî, xwest ku pirsgirêka Kurd derxe holê û bi her kesekî bide fêmkirin, li ser vê esasê çareseriyê pêş bixe, Ez dikarim bibêjim hemû kêmasiyên ku çêbûn, niha Rêber Apo bi paradîgmaya nû û manîfestoya duyemîn dixwaze pirsgirêka mirovahiyê ya azadî û demokrasiyê çareser bike. Ji bo bê erk û mesûliyeta me pir pir mezin bûn, giran bûn, lazim e em jê re bibin bersiv. Bangê ku Rêber Apo kirî, li ser vê esasî ye, li ser vê esasê ez ji bo kongreyê serkeftinê dixwazim."