Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan li Moskowayê tevlî festîvalekê bû
Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan tevlî Festîvala “Mala min Moskowa” bû.
Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan tevlî Festîvala “Mala min Moskowa” bû.
Festîvala bi navê “Mala min Moskowa” di sala 2016’an de li paytexta Federasyona Rûsyayê dest pê kir bû û ji festîvalê re eleqeyeke mezin tê nîşandan.
Festîval vê carê li Navenda Çandê ya Zîl a li Moskowayê hate lidarxistin û gelek komên ji netewên cuda û nûnerên wan tevlî festîvalê bûn. Di festîvalê de berpirsyarê Mala Neteweyan ya Moskowayê amade bû, axaftin vekirinê kir û behsa festîvalê kir.
Kom û hunermendên ji neteweyên cuda tevlî vê festîvalê bûn û li ser navê Rêxistina Jinên Kurd a Vîyan jî Koma Govendên Kurdî ya Bêrîtan ku ji gundê Tîmonîna yê herêma Dêrgeçiyê ya Bajarê Saratovê hatibûn Moskowayê, tevlî festîvalê bû.