Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

Çapa duyem a pirtûka Zekî Bayhan a bi navê ‘’Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’’ ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hate weşandin.

Çapa yekem a pirtûkê dîsa ji aliyê heman weşanxaneyê ve di sala 2015’an de hatibû weşandin. Di danasîna pirtûkê de nivîsa Vedat Turkalî a têkildarî Zekî Bayhan jî cih digire.

Vedat Turkalî di nivîsa xwe de diyar dike ku ev pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li gel diyakektên rêbazên Marksîst seknên dijber yên nû û perspektîfên pêşerojê pêş xistine.

Zekî Bayhan di sala 1976’an de li Colemêrgê ji dayîk bûye û di sala 1998’an de di dema xwendekariya zanîngehê de ji ber hincetên siyasî hatiye girtin.

Bayhan ê ku di girtîgehê de xwendina xwe ya aboriyê temam kiriye, nivîskarê gelek gotar û 6 pirtûkan e. Xebatên wî zêdetir li ser mijarên weke Tevgera Azadiya Kurdistanê, paradîgmaya zanista civakî û sosyalîzma demokratîk in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zekî Bayhan di demên dawîn de ji bo Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hatibû sewqkirin û ev 27 sal in rehîn tê girtin.