Kilaşên ji destên jinên Hewramanê

Jinên Hewramanê ku bi hemû hêza xwe çanda xwe ya dîrokî ya Zagrosê diparêzin, niha jî bi karê çêkirina kilaşan heman helwesta xwe ya hunerî nîşan didin.

Çêkirina kilaşan pîşeyekî dîrokî yê Hewramanê ye û demeke dirêj e ku Hewramî pê tên nasîn. Raza çêkirina kilaşên Hewramî çûye nav gelek efsane û kitêb û fîlman. Ji bilî aliyê wê yê madî, aliyekî wê yê estetîkî û hunerî jî heye. Wextekê karê mêran bûye, lê niha jinan jî bi hevkariya li gel hevjînên xwe dest dane vî karî û selîqe û nexşên wan ên jinane di vî pîşeyî de xuya dikin. Jinan ciwanî û aliyekî din ê hunerî daye vî pîşeyî. Jineke Hewramana rojhilatê Kurdistanê ya jêhatî ku ji gundê Dizliyê ye û bîst sal in ku kilaşan çêdike.

Zemane Rehîmiyê di destpêka axaftina xwe de behs kir ku çawa ev kar nas kiriye û got: “Destpêkê min bi kilaşên zarokan dest pê kir û paşê ez hînî ‘dewrçinîn’ û ‘sakar’ bûm û niha ez kilaşkareke baş im û kilaşên mezinan jî çêdikim.”

Li ser pêvajoya çêkirina kilaşan, Zemane Rehimiyê wiha got: “Kilaş ewil qumaş e, tînin û bi rengên şîn û sor reng dikin û paşê qumaş dibirin. Gava ku digihîje destên me jinan, sê qonaxên wê yên girîng dimînin. Qonaxa “dewrçinîn”ê jinek dike, qonaxa “sakarçinîn”ê jineke din dike û qonaxa dawîn ku “damger” e, jineke din dike.

‘KILAŞ SOLEKE XWEMALÎ YA RESEN E Û PIR BAŞ LI CIL Û BERGÊN KURDÎ TÊ’

Jina jêhatî û şareza Zemane Rehîmiyê îşaret bi paqijbûna karê kilaşkariyê kir û got: “Demek e ku jinan li gel hevjînên xwe dest dane vî karî. Ji kilaşkariyê dahateke baş ji bo jinan heye. Ez ku nêzîkî bîst salan e kilaşkar im, min gelek sûd jê dîtiye û alîkariya xwe û mal û zarokên xwe dikim û min gelek astengiyan jiyana xwe pê çareser kirine. Ji hêla çandî ve jî kilaş soleke xwemalî ya resen e û pir baş li cil û bergên Kurdî yên wekî ‘rankûçoxe’, ‘kewawpantol’ tê. Bêhn jê nayê, çep û rasta wê tune ye.”

Der heqê zêdebûna karê kilaşan de, Zemane Rehîmiyê ev tişt anîn ziman: “Niha ji ber zêdebûna rûniştiyan kar zêde bûye, kilaş bo gelek cihan tên şandin. Vê zêdebûnê jî hinekî bandor li dahata karê me kiriye.”

‘KILAŞKARÎ BÛYE PÎŞEYÊ NÎVÊ JINÊN MERÎWANÊ’

Zemane Rehîmiyê diyar kir ku wextekê sed şagirtên wê hebûne û 200-330 cot kilaş dane çêkirin. Zemane Rehîmiyê bal kişande ser zêdebûna karê kilaşkariyê di nav jinan de û got: “Nîvê jinên Merîwanê kilaşan çêdikin. Malbatên wisa hene ku jin û mêr vî karî dikin û îdareya xwe bi vî karî dikin. Navdariya kilaşên Hewramî bi awayekî li Kurdistan û Iraq û Ewropayê jî belav bûye û ji van deran daxwaza kilaşên Hewramî tê kirin. Eger kar karê te be, baştir e û dahata wê zêdetir e.”

Zemane Rehîmiyê bi vî rengî dawî li gotinên xwe anî: “Niha para dahatê ya zêde ji bo bazirganan diçe, kêmtir bo kilaşkaran diçe. Ji bilî vê yekê hin pirsgirêkên kilaşkariyê jî hene. Bo nimûne zenûnbûna çav, stûêşîn, milêşîn û serêşîn.”