Kasim Engîn: Em şaşiyê dubare nekin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, Kurd ji pêvajoya du şerên cîhanê sûd wernegirtine, sedema ku gelek caran hatine qirkirin nebûna yekîtiya netewî bûye û niha divê ev şaşî neyê dubarekirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, ''Em niha tam di rewşeke kaosê ne. Di demên kaosê de têkoşîn domdar e. Dijwar û tevlîhev e'' û diyar kir, ji bo ku Kurd bikaribin bi ji nav krîza Rojhilata Navîn derkevin bi mîsogerî divê xebatên yekîtiyê bikin û demildest bi Kongreyeke Netewî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, piştre jî bi gelên ku bi hev re dijîn pirsgirêkan deyin ber xwe û çareseriyê ji bo xwe esas bibînin.

Engîn bal kişande ser berxwedana Kurdan a sedsala 19'ê û got, ''Berxwedanên bi pêşengiya Mîr û Şêxan xwedî rengên sereke ne. Di sedsala 19'ê de li  Kurdistanê berxwedana li dijî Osmaniyan bi pêşengiya mîrektiyan bûye''. Engîn her wiha got piştî têkçûna berxwedana bi pêşengiya Mîrekan berxwedana bi pêşengiya Şêxan dest pê kiriye û got, ''Piştî Şêx Ubeydullah Nehrî jî mirov li Kurdistanê berxwedanên bi pêşengiya Şêxan gelek caran dikare bibîne. Şêx Evdilselam Barzanî, Şêx Selîm, Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx  Ehmed Barzanî, Şêx Seîd û mirov dikare gelek navên din rêz bike. Lê mixabin, hemûyan jî li gel ku berxwedaneke mezin nîşan dan jî xwe ji têkçûnê û komkujiyên mezin nekarîne xilas bikin.''

Li ser sedema ku Kurd dema 1900'î, dema piştî Împaratoriya Osmanî di dizaynkirina Rojhilata Navîn de ya li ser avaniya dewletî çawa li derveyî vê rewşê mane Engîn got, ''Destpêka salên 1900'î li gel ku bi dehan cemiyet hebûne jî avaniyeke serbixwe ku bi karibe bi hêza xwe siyasetê bike derneketiye holê. Jixwe bi encama vê, li gel ku pir xwe danê jî, dema Şerê  Parvekirina 1'ê, li gel fersendên mezin ku derketin holê jî, ji bo Kurdan nehatine bikaranîn û her wiha bûne qqurbanê xizmeta hêzên din û lîstikan. Weke  ku di nav çar dewletan de bi parçekirina Kurdistanê de me dîtî, parçe parçe hatiye tasfiyekirin.''

Engîn got kedeke mezin hate dayin, berxwedaniyek mezin hate dayin, çokên xwe neşikandin, bi paş ve gav neavêtin lê li gel vê hewldana mezin, van berxwedanan jî, ji ber ku nebûn xwedî ramaneke modern û modêleke rêxistiniyê vê bi xwe re serfirazî neanî û got , ''Em bi Evdilselam Barzanî, Mele Selîm, Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed rûbirû man ku bi serbilindî pêşwazî li sehpayên îdamê kirin.''

Engîn got Kurd ji qonaxeke dîrokî derbas dibin, ev qonaxa dîrokî ji bo Kurdan hem derfetên serkeftina mezin vedihewînin û hem jî talokeya ku mezin winda bikin jî di xwe de vedihewîne. Engîn bal kişande ser nîqaşên li ser yekîtiya netewî û got, ''Kurd ji bo ku bikaribin bi rengekî bi tendiristî ji nav krîza Rojhilata Navîn derkevin divê demildest xebatên yekîtiyê bikin, demildest Kongreya Netewî bicivînin, pêşî divê pirsgirêk nav Kurdan werin çareserkirin û piştre jî pirsgirêk ku em bi gelên din, ku em bi hev re dijîn deynin ber xwe û li ser çareseriya wan rawestin. An na Kurd li Rojhilata Navîn ku her ku diçe tevlîhev dibe, wê rastî li talokeyên mezin werin û ev ji hêla hemû zanyarên siyasetê ve tê gotin.''

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, ''Di demên wiha yên dîrokê de heke hinek rabin bi diroka civakekê bilîzin ev rewş wê ti cran neyê efûkirin. Nexasim jî ku ev gel dixwaz li gel gelên din rêya xwe li ser hîmê demokratîk ava bike. Bi nêzîktêdayineke demokratîk ku pêşbîniya wê dike bi gelên din re li gel gelên din bi biratî bijî xençerkirina ji pişt ve, ji qiraxê ve, ji rast û çep ve qet nikare ragire.''

Engîn got heq neheq gelek rexne, daxwazên gelek rêxistin, sazî û rewşenbîrên Kurd hene, diyar kir, ''Pirsgirêk hene. Bêyî ku mirov li çawaniya van pirsgirêkan binere, bêyî ku li heq û neheqiya wan binere, dîtina mekanîzmaya ku çareseriya van pirsgirêkan dide ber xwe, bi maneya rastî, peywira dîrokî ya her Kurdî ye. 

A ku wê van peywirên dîrokî çareser bike xebatên ji bo Kongreya Netewî an jî  Konferansa Netewî ye.''

Engîn her wiha got, ''Ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya  Kurdan û Kurdistaniya, ji bo ku Kurd û Kurdistanî careke dî neyên qirkirin, divê Kurd û Kurdistanî werin gel hev. Ji ber ku taloke mezin e.''
Endamê Komîteya Navedî ya PKK'ê Kasim Engîn got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xebateke wiha pêk were gelekî hewl daye û wiha got:


 ''Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje:

''Kurd dikarin Kongreya xwe ya Mîsak-î Millî kom bikin û li vir dikarin Lozanê nîqaş bikin..
Di vê konferansê de ;

1-KNK dikare rêxistiniya xwe bike..Di nav KNK'ê de nûner, berdevkê her parçeyî wê hebin. Bi vî rengî temsîliyeta her parçeyî wê bi ser bikeve. KNK dikare mîna şêwaza FKO be. Di nav de PDK, YNK jî dikare hebe.

2-Di konfernasê de Desteya Rêveber a bi peywira îcrayê dikare were avakirin. Ev Desteya Rêveber dikare bi peywira mîsyona dîplomatîk jî rabe. Ev deste xebatên zelal ên dîplamatîk wê rê ve bibe..

3-Li Başûr yekîneyên Kurd pêşmerge hene. Hêzên çekdar ên PKK'ê jî li gel pêşmergeyan dikarin bibin hêzên netewî yên Kurd. Dikarin veguhezin ser hêza parastina gel ku hemû Kurdan ji qirkirina û hwd. diparêzin û ewlehiya gel bi cih tînin. Peywira parastina Kurdên çar parçe dikare bide ber xwe..

4-Di vê konferansê de pêşniyara pratîk a çaran Komîsyona Lêkolîna Dadmendî û Rastiyan dikare were avakirin. Komîsyona Dadmendiyê ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo çar parçeyna dikare were avakirin û lêkolîna heqîqetan bike. Lêkolîna rewşa Îranê dikare bike, ya  Sûriyê, ya Iraqê, ya Tirkiyê.

Ji şertên pênc rêgezan ya pêşî şertên sosyal û aborî mîna şertekî rêgezî dikare were qebûlkirin. Bi çarçoweya vê rêgezê di navbeyna Kurdan de têkiliyên aborî û sosyal dikare were pêkanîn û ev bi asta dewletan dikare were kirin.

Ya duyan, şertê çandî. Derbarê Kurdan her çi hebe mirov dikare ewlehiya vê deyne. Azadiya çandî dikare were bicihanîn.

Ya sêyan, şertê yekîtiyê. Yekîtî û têkiliya nav Kurdan vedibêje. Hemû Kurd bi hev re wê têkilî deynin û bi hev re tevbigerin. 

Rêgeza çaran, rêgeza demokratîk. Jiyana Kurdan a bi gelên din re vedibêje. Min beriya niha ji vê re konfederalîzma demokratîk vegotibû.

Ya pêncan, rêgeza parastina rewa a gel e. Her gel xwedî hêza parastina rewa ye. Ev, ji bo hebûna wî gelî hewce ye.

Ev, yekîtiya Kurdan e.''