Folklor û govend zanîstek e ku bi gel tê naskirin. Di heman demê de folkolor neynîka civakê ye. Folklora Kurdî bi dewlemendî, rengînî û dîroka xwe ya ku xwe dispêre dengbêjiyê tê naskirin. Folklora Kurdî hem ji aliyê stiranên gelêrî, muzîk, govend û dîlan, hem ji aliyê wêne, helbest, çîrok û şano ve pir dewlemend e. Govend beşeke girîng ya çanda Kurdî ye û heman demê liv û tevgereke muzîkî ye. Rîtmeke bedenî ya wisa ye ku hestên mirovan tevan dertîne holê. Çawa ku yên dilîzin zewqê jê digirin, yên temaşe dikin jî, keyfeke mezin jê distînin. Li gorî herêman gelek rengên govendê hene, di hina de xort û keç tev de, di hina de keç tenê, di hina de jî xort tenê direqisin. Her rengê govendekê navekî wê heye û li gorî herêman nav jî ji hev cuda ne.
WATE Û ROLA GOVENDÊ
Mamosteyê Govendê Îsmîl Altox di çand û hunera Kurdî de govend nirxand û der barê qûrsên govendê jî agahî dan. Altox anî ziman ku dema mirov wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera Kurd de rol bigre û bide fêmkirin. Altox da zanîn ku piştî gundê wan ji hêla dewletê ve hate şewitandin ew neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Îzmîrê bike û wiha qala çîroka xwe kir: “Di sala 1995’an de bi ciwanên HADEP’ê re min dest bi govendê kir. Ji xwe ez zarok jî bûm min gelek ji govendê hesdikir. Bi heval û dostan re em her demê diçûn şahiya bûk û zavayan me govend digerand. Bi Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dest bi xebatên hunerê kir. Ji wê rojê heta roja îro 25 sal e ez bi govendê re eleqeder dibim û perwerdehiya govendê didim xwendekaran.”
ZIMANÊ GOVENDÊ
Altox di çand û hunera Kurdan de govend nirxand û da zanîn ku govend ji dîrokê heta roja îro di çanda Kurdan de heye û got: “Govend di çanda Kurdan de zanîsteke ku bi liv û tevgerê xwe tîne ziman. Dîrokek nivîskî ya govendê tuneye. Lê belê ji dîrokê heta roja îro her dem govend di nava Kurdan de heye û weke ziman hatiye bikaranîn. Berî ku axaftina were dîtin bi govendê ango zimanê bedenê mirovan xwe aniye ziman. Ji bo vê yekê liv û tevger tu carê ji bendana mirovan kêm nebûye. Liv û tevger her demê di nava mirvan de hebûye. Lê belê ev yek di nava Kurdan de bi awayek xwezayî derketiye holê. Kurd êş, kefxweşî, şahî, şer, hewar, xebat û kedê herdemê bi şêwazê govendê aniye ziman. Mînak, dema kar dixebitin û tirpan bikartînin bi awayek xwezayî distêrin û govendê digerînin. Hem kar dikin hem jî govendê digerînin. Kurdan her demê hestên xwe bi bedena xwe ango bi liv û tevgerê aniye li ziman û xwe îfade kiriye. Di demên berê de di nava qabîleyan de 40 roj û çil şev şahî li dar dixistin. Bi demê re hev yek hate guhertin û niha veguheriye çend saet. Di van şahiyan de dengbêjî û govend rolekî mezin dilîze. Mirov dikare bibêje ku têkiliyek xort ya dengbêjiyê û govendê bi hevre heye.”
ŞEVBIRKÊN GOVENDÊ
Altox destnîşan kir ku govend ruhê zindî yê Kurdan e û wiha dom kir: “Gelê Kurd di hemû aliyên jiyanê de govendê digerîne û govenda Kurdan xwedî dewlemendiyek mezine. Dihol û def amûrekî kevnar ya çanda Kurdan ne. Di demê de ev amûr ji bo hewar, şahî, şer û şînê jî hatiye bikaranîn. Di govendê de jî gelek ritmê sewalan jî hene. Minak dihol ritmê hesp e. Govend ruhê zindî yê Kurdan e. Di demên berê de çawan şevbirkên dengbêjan dihatin danîn, şevbirkên govendê jî dihatin danîn. Li hev diciviyan û govend digerandin. Gund bi gund govendger digeriyan û li herêmên govend digerandin. Mirov dikare bibêje çand û hunera Kurdî, dîroka Kurdan heta roja îro aniye û zindî hiştiye. Zimanê yekemîn ku Kurdan ji xwezayê girtiye govend e.”
QÛRSÊN GOVENDÊ
Altox der barê qûrsên govendê de jî agahî dan û wiha got: “Niha dibin sêwana mala çandê ya Dîcleyê de nêzî 15- 20 qûrsên me yên govendê hene. Dîsan komên me yên amade hene ku ew govendê baş dilîzin ew jî nêzî 20 kesan in. Nêzî 40 xwendkarên me hene. Ji ber ku em li Amedê ne û em govendê herêma Amedê nîşan didin. Lê belê em bi govendên hemû parçeyên Kurdistanê re eleqeder dibin.”