Dewleta Tirk malên dîrokî yên Colemêrgê hildiweşîne

Malên dîrokî yên Colemêrgê ku di mîmariya Colemêrgê de xwedî cihekî girîng in, heta niha çi xebateke restorastonê û xebatê lê nehatine kirin, her wiha dewleta Tirk yek bi yek niha wan xira dike.

Malên dîrokî yên Colemêrgê ku xwedî dîroka hezaran salan in, ji hêla deweleta Tirk ve têne hilweşandin. Colemêrg ku xwedî dîrokeke qedîm e, heta niha malxweyî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Gelek şaristanî yên weke Sûmerî, Hûrî, Asûr, Babil, Urartû û Med li Colemêrgî serwer bûne. Van şaristaniyan bi hezaran avaniyên dîrokî danîn. Colemêrg ku mûzeya vekirî ye, ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û hilweşandinê, bi hezaran berhem hatin hilweşandin.

NEHATIN RESTOREKIRIN, BI SER DE TÊNE HILWEŞANDIN

Yek ji van avaniyên dîrokê, sembola Colemêrgê malên Colemêrgê ne. Ev avaniyên ku hatine berdan, nehatin restorekirin û bi ser halan de niha têne hilweşandin. Bi taybetî jî di nav çarçoweya polîtîkaya valakirina Colemêrgê de mal ji hêla Şaredariya Colemêrgê ya qeyûmê ve têne hilweşandin. Ev xanî, demekê hema hema li her deverên Colemêrgê hebûn. Di dema niha de her çend kes di wan de tine be jî, li her taxê mirov dikare li van malan rast were. Li gel polîtîkayên dewletê jî gelek dîwarên derve yên van malan li ser piyan in. Bi taybetî jî ev malên ku bi keviran hatine çêkirin, pir asê ne. Yek ji taybetmendiya van xaniyên du qatî jî havîna hînik û zivistanan germ in.

LI BAJARÊN ROJAVA RESTORASYON, LI KURDISTANÊ HILWEŞANDIN

Li gelek deverên Tirkiyê avaniyên dîrokî têne restorekirin û ji bo turîzmê têne bikaranîn. Li van bajaran xaniyên dîrokî yên ku hatine restorekirin temenê wan 100 salî jî derbas nake. Dewleta Tirk ku xaniyên 100 salî restore dike, li Colemêrgê xaniyên 100 salî, 1000 salî bi destê xwe hildiweşîne. Li gel Colemêrgê, li Bedlîsê jî avaniyên dîrokî têne berdan, hilweşandin.

BI ZANEBÛNA HILDIWEŞÎNIN

Dewleta Tirk ku dîroka gel ji gel didize, gelek dêr, keleh û xanan dagir dike û nahêle ku gel û turîst biçine wan. Dewleta Tirk ku dizane dîroka herêmê pir dewlemend e, bi zanebûn bi salan e van avnaiyan xira dike. Li Wan, Colemêrg û Bedlîsê bi hezaran avaniyên wiha hatin hilweşandin. Weke bajarê Heskîfê ku yek bi yek nikare wan hilweşîne, wan di bin bendavê de dihêle û dike ku wan ji dîrokê rake.