Amadekariyên festîvala Şanoyan a Mîtan destpê kirin

Derhêner û Endama komîteya amadekar a 5’emîn Festîvala Şanoya Mîtan, Rûmet Beko diyar kir ku di nava şert û mercên zehmet de ew hewl didin ji bo civakê çalakiyek hunerî pêk bînin û her kes vexwend festîvalê.

Li Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Veger nêz e em bi hêvî ne” amadekariyên 5’emîn festîvala Mîtan a Şanoyê destpêkirin. “Mîtan” berdewamiya gera deh salan a ji xebat û çalakiya hunerî ya şanoyê ye û îro komek ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê têdikoşin ku bêhna jiyanê bidin vê festîvala ku peyama berdewamkirina jiyan û berxwedan bidin hemû cîhanê. Tenê gotinekê dibêjin “Mîtan di dewra xwe ya bê de teqez di Efrîna rizgarkirî  de wê were li darxsitin.”  Ev yek jî di dirûşmeya dewreya pêncemîn a Mîtan de bi zelalî tê îfadekirin. Fikra destpêkirina Festîvala Şanoya Mîtan di sala 2014'an de destpê kir, bi armanca naskirina hunera civaka Efrînê û avakirina yekemîn avahiya hunera şanoyê li Efrînê. Kesên ku di vî warî de eleqedar dibûn, dewreya yekem a festîvalê di dawiya sala 2014'an destpê kir û piştre li gorî şert û mercan ev festîval bû rastiyeke û her du sal dihat lidar xistin. Festîvala Şanoya Mîtan a 5’emîn dê di nava çend rojan de li navçeya Ehdas ya kantona Efrîn û Şehbayê were lidarxistin.

Derhêner û Rêveberiya Festîvalê Rûmet Beko, diyar kir wan sê festîvalên Mîtan li Efrînê pêk anîne û wiha got, “Festîvala 4’emîn li Şehbayê di nav şert û mercên koçberiyê de hate lidarxistin. Helbet cudatî di navbera birêkpêkirina festîvala li Efrînê û ya niha li Şehbayê heye. Ji ber ku festîvalek mîna ya Mîtan, amadekarî kirin û pêkanîn şertên li vir dest nedida. Lê dîsa me 4’emîn festîvala Mîtan bi awayekî serkeftî lidar xist û niha jî em amadekariya xwe ji 5’emîn bi dirûşma 'Veger Nêz e Em bi Hêvî ne' dikin. Ji ber ku em weke şanoger me dît ku ev dirûşme baştrîn hevok e ku hestên me îfade dike û di demên pêş de em şanoyên ku li ser erdê xwe pêşkêş bikin."

'7 ŞANO WÊ WERIN PÊŞKÊŞ KIRIN’

Beko, anî ziman ku li Şehbayê jiyîn li gorî şert û mercên heyî weke êrîş û dorpêçê di ruhê wan de îradeyek xurt avakiriye û wiha domand, “Gelek mêvan ji deverên cuda yên Rojvayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilata Sûriyeyê weke Reqa, Hesekê û Kobanê û dervayê din jî weke Kerkûk wê bibin mêvanê festîvalê. Her wiha wê 7 şano werin pêşkêşkirin. Li aliyê din em hewildidin ku ji deverên din ên Kurdisatanê em mêvanan bînin festîvalê. Ji bo me weke Efrînê tiştekî gelekî xweşe ku em karibin çar parçeyên Kurdistanê li derverekî kom bikin û bi hunerê em hemû bibin yek. Ji ber ku huner dikare siyasetê jî nêzî hev û du bike."

FESTÎVAL DÊ 8 ROJAN BERDEWAM BIKE

Beko, destnîşan kir ku tevî şert û mercên zehmet ên jiyanê lidar xistina festîvalek wiha xebatek bi nirxe û wiha got, “Weke tê zanîn jî herêma Şehba herêmeke ku rastî gelek şer û êrîşan hatiye û heya niha jî tê. Ji bo em vê festîvalê lidar bixin gelek xebat tê meşandin. Ji amadekirin şanogeran û wan anîna gel hev, heta peydakirina ceyranê û erebeyên ku wan komî ser hev dike. Kêmek be jî ji bo mirovan ji derûniya ku niha dijîn derînin, xebatek girîng e. Em hewil didin êşên wan hemû li ser vê dikê kom bikin û bi awayekî baş weke şano pêşkêş bikin. Festîvala me wê weke her sal bi Karnavaleke şanoyî di 10'ê Çileya 2024'an de destpê bike û wê heşt rojan berdewam bike. Her roj wê şanoyek were pêşkêşkirin û di dawiyê de hemû kesên alîkar bûne wê spasnameyeke ji bo wan were diyarîkirin û wê wiha festîvala me were qedandin."