BI DÎMEN

Şehîd Karker Kurecîk û hevrêyên wî hatin bîranîn

Karker û Kurecîk û hevrêyên wî li Londonê hatin bîranîn.

Komîsyona Malbaltên Şehîdan a Mevclîsa Gelê Kurd a Londonê ji bo bîranîna Karker Kurecîk (Huseyîn Înal), Eren Mûhammed (Omer Eren) û Tolhildan Amed (Mehmet Salîh Ak) ên 22'ê Sibata 2021'ê li herêma Metînayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn li avahiya KCC'ê civînek lidar xist.

Li gel malbata Karker Kurecîk gelek kes tevlî civîna bîranînê bûn.

Di bîranînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn û sînevîzyonek li ser bîranîna şehîdan hate nîşandan.

Bi navê Meclîsa Gelê Kurd Botan Mêrrdîn axivî û destnîşan kir ku Karker Kurecîk yek ji mînakên herî bedew ên welatparêziya Kurdistanê ye. Botan Mêrdîn got, "Hevrêyê me Karker bi hêzeke mezin a mnaewî bû milîtanekî girîng ê pêvajoya dîrokî, ev yek ji kûrahî hîs kir û jiyana xwe bi rengekî fedaî dewam kir, li çiyayên Kurdistanê tevlî karwanê nemiran bû."

Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Rozerîn Amed axivî şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku wê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.

'KURECÎK DEWAMA MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ YE'

Nivîskar Îlham Bakir jî anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke şehîdan û fedaiyan e û got, "Tevgera Azadiyê nîşan da ku cîhaneke nû, jiyaneke nû dikare pêk were. Ev yek jî bi jiyana şehîdan, bi rêya ku afirandin, bi fikir û baweriya wan pêk hat."

Bakir bal kişand ser rola navçeya Kurecîkê di nava raperîn û têkoşîna şoreşgerî de û bi bîr xist ku şehîd Karker berê xwe da Elmanyayê, piştre çû çiyayên Kurdistanê ku ev yek nîşan dide ew dewama mîrateya şoreşgerî ya Kurecîkê ye.

Bîranîn bi xwendina helbestan û qîrîna dirûşman bi dawî bû.