Ji Yekîneyên YCWK Mersînê çalakiyên 'tolhildanê'
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku ji bo bîranîna gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê bi xefkê şehîd bûn, li Mersînê şeva 23’ê Sibatê bi çalakiyekê polîs hedef girtine.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku ji bo bîranîna gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê bi xefkê şehîd bûn, li Mersînê şeva 23’ê Sibatê bi çalakiyekê polîs hedef girtine.
YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Yekîneyên me di çarçoveya ‘Pêngava Em Têkoşînê Bibin Yek û Bi Rêber Apo Azad Bibin’, ji bo tolhildana şehîdbûna 3 gerîlayên qehremen ya li Başûrê Kurdistanê di encama xefkekê de pêk hat, şeva borî li navçeya Akdenîzê li dijî dagirkeran heta nivê şevê çalakiyên xwe domandin.
Yekîneyên me bi polîsên dewleta Tirk a faşîst re ketin pevçûnê û bi molotof, kevir û fîşekên hewayî êrîşî dagirkeran kirin. Em ê li bajaran bersiva van van êrîşên dûrî exlaqê ler û nemerdane bidin û heta em tola şehîdan nestînin em ê ranewestin. Li ser vê esasê em banga tolhildanê li hemû ciwanên Kurdistanê dikin.”