BI DÎMEN

'Çav û guhên me li Îmraliyê ne'

Mamoste Leyla Arzû Îlhan têkildarî rol û mîsyona jinan a di pêvajoya çareseriyê de got: “Xeta Rêber Apo rêya azadiya jin û civakê ye. Em bi kelecanek mezin li benda peyama Rêber Apo ne. Wek jin em ji têkoşîn û aştiyê re amade ne.”

Çav û guhê tevahî jin, zarok, ciwan, pîr û kalan li Îmraliyê ye û hemû kes benda peyama Rêber Apo ye. Ji ber vê yekî gelê Kurd di kelecanek mezin de jiyan dike û kêlî bi kêlî serdanên şandeya Îmraliyê dişopînin. Yek ji xala herî girîng û jin li bendê ne, peyama Rêber Apo ya ji bo jinan e.

Yek ji mamostayên Mexmûrê, Leyla Arzû Îlhan têkildarî rol û mîsyona jinan a di pêvajoya çareseriyê de axivî û diyar kir ku ew ji têkoşîn û aştiyê re amade ne.

‘XETA RÊBER APO ÇARESERIYA GELAN E

Leyla Arzû di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ew wek gelê Kurd di pêvajoyek hesas re derbas dibin û got: “Em niha di pêvajoyekî re derbas dibin. Ev pêvajo hîn zêdetir qirîz û qeyranên heyî kûrtir dike. Li hember vê yekê, carek din rol û mîsyona Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî û taybet jî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hene, derket holê. Carek din bi saya Rêber Apo hêviya gelan şîn bû. Rêber Apo mudaxeleyî rewşa xirab a pêvajoyê kir. Her pergala desthilatdar ku hatiye Rojhilata Navîn, êşên pir mezin ji jin, ciwan, civak ol û bawermendan re çêkiriye. Carek din girîngiya xeta Rêber Apo derket pêşiya me. Xeta Rêber Apo ji bo milyonan mirovî bûye hêvî û rênîşan. Xeta Rêber Apo çareseriya gelan e.”

‘XETA RÊBER APO AZADIYA JINÊ YE’

Leyla têkildarî rolê jinan a di pêvajoya çareseriyê de bibîr xist û wiha axivî: “Bê guman di vê pêvajoyê de bargiraniyek mezin dikeve ser milên me. Erkek pir mezin pêşiya me jinan heye. Ji ber ku em li ser bîrdoziyek wisa giranbuha xebat didin meşandin. Dema ku desthilatdaran pêşî li jinan digirt, Rêber Apo got, ‘Heta Jin Azad Nebe, Civak Azad Nabe.’ Rêber Apo azadiya civakê bi azadiya jinê ve dide girêdan. Êdî şoreşa azadiya Kurd di pêşengtiya şoreşa jinan de dimeşe. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li cîhanê belav bûye. Dema ku em girîngiya têkoşîna jinan digirin dest, em nikarin bê Rêber Apo bigirin dest. Ji ber ku yê pêşengtî kirî û mil bi milê jinan têkoşiyayî Rêber Apo ye. Em dibînin, niha çareseriya pirsgirêkên jinan xeta Rêber Apo ya azadiya jinê ye. Rol û mîsyona Rêber Apo di vê pêvajoyê de hem ji bo jinan û hem jî ji bo ciwanan gelek girîng û stratejîk e.”

‘AZADIYA JINAN RÊYEKE JI BO AZADIYA CIVAKÊ’

Leyla Arzû Îlhan di dirêjiya axaftinên xwe de anî ziman ku tê payîn peyamek Rêber Apo ji bo jinan heye û têkildarî vê yekê ev tişt gotin: “Peyama ku Rêber Apo ji bo me jinan rêke, em li bendê ne. Bê guman têkoşîna bîrdoziya azadiya jin a ku Rêber Apo dayî destpêkirin û jin niha xwe li ser rêxistin dike, perspektîfek herî xurt e. Em bi kelecanek mezin li benda peyama Rêber Apo ne. Wê ev peyam û perspektîfên Rêber Apo bikare ji bo pirsgirêkên desthilatdar ji jinan re çêdike bibe çareserî. Wê azadiya jinan bibe rêyek ji bo azadiya civakê. Desthilatdar bi qirkirina jinê, qirkirina civakê pêk tînin.”

‘EM BI RÊBER APO BAWERIN’

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û da zanîn ku êrîşên li ser Rojava rûyê desthilatdaran dide nîşandan û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Bêdengiya hêzên navdewletî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa jinê re, dide nîşandan ku têkoşîna jina azad ji bo xwe xeterî dibînin. Tovê azadiyê ku Rêber Apo dayî çandin niha bi milyonan jinan diparêze. Bi azadiya Rêber Apo re em ê bikarin azadiya xwe bidest bixin. Em wek jin di vê pêvajoyê de ji bo têkoşînê jî û ji bo aştiyê jî amade ne. Em bi Rêber Apo bawerin.”