HPG'ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bi hurmet, minet û hesret bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku şehîdan radestî me kirine, bi berpirsyariyeke bilind a hêjayî wan, em ê bi ser bixînin."
HPG'ê 4 gerîlayên şehîd bi hurmet, minet û hesret bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku şehîdan radestî me kirine, bi berpirsyariyeke bilind a hêjayî wan, em ê bi ser bixînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"29’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Heftanînê de fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Cûdî û hevrêyên me yên pê re Dilovan, Zozan û Avzem şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî, minetdarî û bi hesret bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bi bîranînên wan re, dubare dikin.
Hevrêya me Axîn mîna xaka Botanê ye ku lê ji dayik bûye. Hevrê Axîn bedewî, berxwedêrî, esîltî û hebûna bi kedê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di zarokatiya xwe de gerîla nas kir û gerîla weke armanceke ku teqez divê bigihijiyê dît. Hevrêya me di her kêliya jiyana xwe de bû lêgerînavaneke gerîla û jiyana çiyê û feslefeya Rêber Apo bi rengekî herî xurt pêk anî. Di nava refên gerîla de xwe nas kir û ji bo li çiyayên Kurdistanê yên bi bereket nasnameya jina azad di kesayeta xwe de biafirîne, têkoşiya. Bi têkoşîna xwe bû milîtanek mînak û fermandarek pêşeng. Ji fermandariya tîm heya fermandariya eyaletê di her kêliya têkoşînê de esas girt ku bi keda xwe mezin bibe û bi vî rengî bû yek ji mînakên herî dirûst û sade yên fermandariya PKK’ê. Hevrêya me Axîn li her qada ku wezîfe lê meşandî, mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê bê kêmanî bi cih anî. Hevrêya me dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdan û hevrêyên xwe re ji her tiştê girîntir didît. Bi fedekariyeke tam têkoşiya û hem di dîroka jinan hem jî ya gelê me de şopên ku nayên jibîrkirin hişt. Weke hevrêyên wê em ê li ser xeta hevrê Axîn têbikoşin. Em li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrêyê me Dilovan nasnameya welatparêzî û berxwedêriyê ya Amedê pir zû qezenc kir û bû şoreşgerekî xurt. Wateya kûr a girêdana bi sozê re, kir hêmanê jiyana xwe ya têkoşînê. Lewma hevrêyê me bi cewher, soz û pratîka xwe bû milîtanekî Apoyî. Ji dema tevlî nava refên gerîla bûyî û wir ve, bi îstiqrar, tevlîbûna xwe ya dirûst û jiyana xwe ya dilnizm ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dilovan baweriya hevrêyên xwe ti carî vale dernexist û li her qada têkoşînê bi ked û fedakariya xwe derket pêş. Weke yek ji mînakên herî sade ya milîtaniya PKK’ê di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.
Hevrêya me Zozan hatina çiyayên Kurdistanê weke yekane armanca xwe diyar kir û piştî ku xwişka wê ya mezin Sema Marînos – Wahîde Kurt tevlî nava refên gerîla bû, bi îdîa, biryardarî û hezkirina azadiyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê ya gerîlatiya Apoyî, ji roja ewilî ve pejirand û fermandara me ya fedayî Zîlan – Zeynep Kinaci ji xwe re mînak girt. Hevrêya me Zozan di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de, bi sekna xwe ya milîtanî û tevlîbûna xwe derket pêş. Tevî ku li gelek qadan bi fedayiyane têkoşiya û gelek caran li dijî dijminê ku dixwest gelê me qir bike çalakî lidar xist, ti carî dest ji sekna xwe ya dilnizm berneda û xwe li hemberî gelê me deyndar dît. Hevrêya me Zozan bi vê taybetmendiya xwe bû xwedî sekneke şoreşger û divê hemû ciwanên Kurdistanê vê sekna wê ji xwe re mînak bigirin. Bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê û bi felsefeya Apoyî ronî bû. Hevrêya me Zozan bû mînaka herî sade ya heqîqeta jinên Kurd ên azad û bû yek ji milîtanên herî bijarte ya Partiya me PKK-PAJK’ê.
Hevrêya me Avzem ji dilê Botan Şirnexê yek ji pêvajoyên herî zehmet a têkoşîna me, tevlî nava refên gerîla bû û xwest berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Ev pêvajo weke destpêka ji jiyana nû re û jinûve ji dayik bûn nirxand. Hingî ku fêm kir sîstema kapîtalîst jinê meta dike, hîn zêdetir xwedî li têkoşîna azadiya jinê derket. Bi ruhê xwe yê têkoşer bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ew ji xwe re mînak digirtin. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de rastiya dijmin nas kir ku gelek hevrêyên wê di vê pêvajoyê de şehîd bûn. Hevrêya me Avzem tolhildana hevrêyên xwe kir armanca xwe û di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de, li pey vê armanca xwe ket û bû xwedî şerekî bêhempa.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Axîn, Dilovan, Zozan û Avzem em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya şehîdan bi berpirsyariyeke bilind bigihînin serketinê û bibin layiqê wan.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Axîn Cûdî |
|
Nasnav: Dilovan Avzem |
|
Nasnav: Zozan Rûken |
|
Nasnav: Avzem Cûdî |
AXÎN CÛDÎ
Fermandara me ya hêja Axîn Cûdî, li gundê Şiwêt ê Qileban a Botanê di nava malbateke ji eşîra Goyî de hate dinê. Botan bi welatparêzî û sekna xwe ya li dijmin pêşengî ji vejîna gelê Kurd re kiriye. Mîna gelek malbatên li Botanê, malbata hevrê Axîn jî di dawiya salên 80’î de partiya me PKK nas kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gavên dîrokî avêt û di vê pêvajoyê de ji Botanê belavî hemû Bakurê Kurdistanê bû. Di pêvajoyeke wiha de ji malbatê tevlîbûna destpêkê ya nava refên gerîla pêk hat. Di sala 1989’an de hevrêyê me Cûdî – Ramazan Kaya ku birayê mezin ê hevrê Axîn e, tevlî nava refên gerîla bû û kevneşopiya têkoşînê da destpêkirin. Piştre, ji malbatê û derdora nêz di serî de hevrêya me Axîn gelek kes tevlî nava refên gerîla bûn û bûn şopdarê hevrêyê me Cûdî. Di serî de Botan li hemû Bakurê Kurdistanê gerîla bi gel re hat ba hev û gelê me ji gerîla hêz girt û rabû serhildanan. Vê yekê tirseke mezin ji dijmin re çêkir. Lewma ji bo gel û gerîla ji hev qut bike, serî li pêkanînên dermirovî da. Di çarçoveya planên ku Kurdan ji Kurdistanê tune bike de, bi hezaran gund şewitand. Yek ji gundên ku ji aliyê dijmin ve hatî şewitandin, gundê Şiwêt e. Xelkê gundê Şiwêt ji bo rûmeta xwe biparêze, rêya koçberiyê berçav girt. Di vê pêvajoyê de hevrê Axîn hîna zarok bû, rastiya dijmin destpêkê li vir nas kir. Dijmin hewl dida gelê me ji xaka wê qut bike û bê kok û bê nasname bihêle, lewma hevrêya me li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ne jiyana xwezayî ya li gund, ne jî derxistina wan a ji gund qet ji bîr nekir. Her tim xwedî xeyal û hêvî bû ku vegere qadên jiyana xwezayî. Di heman demê de ev hewldana dijmin, kir sedemê têkoşînê. Hevrêya me Axîn di vê pêvajoyê de gerîla nas kir. Di rêya koçberiyê de gerîla alîkarî da wan, hevrêya me ti carî ked û fedakariyên gerîla ji bîr nekir. Bi taybetî jî dema ku li çiyê diman, gerîla hemû derfetên xwe seferber kir û ewlehiya wan pêk anî. Bîranînên bi gerîla re her tim di bîra hevrê Axîn de zindî man.
Piştre mîna bi hezaran malbatên me yên li cihên cuda têkoşîna jiyanê meşandine, hevrêya me Axîn û malbata wê jî li wargeha penaberan a Mexmûrê bi cih bû. Mîna gelê me yê li vir ku tevî hemû zehmetiyan ji nasnameya xwe ya siyasî tawîz neda, jiyaneke bi rûmet tercîh kirin. Piştî bi cih bûna li Mexmûrê, hevrêya me Axîn li vir dest bi dibistanê kir û şansê xwendina bi zimanê dayikê bi dest xist. Weke endamek gelê me yê ku tevî hemû zehmetiyan jî têkoşiya û jiyana azad ava kir, bi kedeke mezin xwedî li nirxên hatine avakirin derket. Hevrêya me Axîn bîranînên ku bi gerîla re jiyan kirîn, her tim bi bîr anî û bi rengekî bêsebir li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Birayê wê yê mezin Cûdî – Ramazan Kaya di sala 1998’an de li dilê Botan Bestayê şehîd bû. Her çendî ku ev yek ji bo hevrêya me Axîn û malbata wê giran jî be, ev yek kir sedemê mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me fêm dikir ku ji bo dilsoziya bi şehîdan re, divê têkoşîna wan were mezinkirin û dizanî ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de li hemberî Rêbertiya me hatî pêkanîn, mîna bi hezaran ciwanên Kurd ji bo hevrêya me Axîn jî bû xala werçerxê. Ev komplo dewama polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me bû. Li dijî vê komployê hevrêya me Axîn beşdarî nava refên têkoşînê bû, demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û piştre ji bo têkoşîna xwe hîn mezintir bike, tevlî nava refên gerîla bû. Bi şehîd Şîlan Goyî re ku bi hev re mezin bûn, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ev hevdîtina xwe ya duyemîn a bi gerîla re, weke kêliya herî binirx a jiyana xwe îfade kir.
Hevrêya me Axîn a ku di demeke kurt de bi jiyana gerîla ve tê girêdan, pêşketinên girîng di kesayeta xwe de bi dest dixe. Hevrêya me bi perwerdehiya ku dîtî re di aliyê leşkerî û bîrdozî de xwe pêş dixe û bi hewldanên xwe re hurmeta hevrêyên xwe qezenc dike. Hevrêya me Axîn ji hevrêtiya gerîla bandor bû. Di jiyanê de dema rasterast vê hevrêtiyê dît û jiya, girêdan û biryardariya wê xurtir bû. Bi taybetî jî têkiliyên kûr ên di navbera hevrêyên jin û mêr ên li ser esasê pîvanên azadiyê de, bandor li hevrê Axîn kir. Hê ji demên ewil a tevlîbûnê hevrêya me dixwest van rêgezên azadiyê di kesayetiya xwe de bide rûnişkandin û felsefeya azadiya jinê fêm bike û bi jiyanî bike. Tevî ku di salên ewil ên gerîlatiya xwe de, rastî hêmanên ku dixwestin rastiya PKK’ê û Rêber Apo berovajî bikin hat jî, hevrêya me Axîn li dijî wan sekinî û bi israra xwe ya di xeta Rêber Apo de girêdana xwe xurtir kir. Hevrêya me diyar kir ku armanca wê ya herî mezin di nava refên PKK'ê de bûyîna xwedî jiyaneke bi wate ye, dizanîbû ku ji bo vê armancê divê ked bide û têbikoşe. Têgihîşt ku jiyanek bi wate bi xwe perwerdekirina berdewam û xwe di felsefeya Rêbertî de kûrkirin re pêkan e. Hevrêya me jiyanek ji rêzê ti carî nepejirand û diyar kiriye ku tenê divê jiyan azad were jiyîn. Hevrêya me Axîn ji bo bigihêje vê armancê hêz ji analîzên Rêbertî û têkiliyên hevrêtiya manewî girt û ji bo rêwitiya xwe ya ber bi heqîqetê ve kûr bike û bi hemû hevrêyên xwe re parve bike kedeke mezin da. Hevrêya me Axîn a bi perwerdeya ku dîtî re xurt bû û xwe hîs kir ku ji pratîkê re amade ye, her tim dixwest biçe qadên herî dijwar ên têkoşînê. Hevrêya me fikirî ku encax dikare wiha xwedî li keda hevrêyên xwe derkeve û meşa xwe ya di nava şoreşê de bihêztir bike. Hevrêya me heta sala 2006’an li herêmên Qendîl, Xakurkê û Zagrosê têkoşîn kir, ev serdem weke pêvajoyeke kamilbûna leşkerî û bîrdozî girt dest. Hevrêya me Axîn li ser hemû hurgiliyên jiyana gerîla û taktîkên şer pispor bû, di vî alî de tevlîbûneke xurt nîşan da. Hevrêya me di karên cuda de bi awayekî serketî cih girt, bi tevlîbûna xwe ya dirust û bi hişmendiya xwe ya ji bo pêşketinê vekirî di qadên cuda yên têkoşînê de erk girt. Hevrêya me Axîn xebata xwe bi serketî bi encam kir, li Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK'ê beşdarî perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de hevrêya me Axîn pratîka xwe ya 10 salan bi berfirehî nirxand, tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Bi lêhûrbûnên jiyaye re hewl da bibe layiqî ruh û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Her tim kesayeta xwe lêpirsîn kir û kêlî bi kêlî xwe ava kir. Hevrêya me jinûve ruhê azadiyê yê PKK’ê di kesayetiya xwe de ava kir û têkoşîna xwe mezin kir, biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna erkên şoreşgerî xurtir kir. Di demeke ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî dihat meşandin de xwest biçe Bakurê Kurdistanê qada Botanê, cihê lê ji dayik bûye, da ku êrîşên dijmin ên hebûna gelê me dikin hedef bişikîne. Ji bo vê xwesteka xwe gelek car israr kiriye. Lê belê ji ber asta bîrdozî, leşkerî û rêxistinî ya xwe gihandiyê, li herêma Heftanînê hate erkdarkirin. Hevrêya me Axîn a ku li vir bi perwerdehiya hevrêyên xwe re mijûl bû, hemû tecrûbeyên xwe yên leşkerî û bîrdozî ji bo pêşketina hevrêyên xwe seferber kir. Bi xwedîderketina li pêşketina her hevrêyek xwe re, ji bo xurtkirina wan di her wateyê de kedeke mezin raber kir. Ji bo hevrêyên xwe di aliyê bîrdoziya rizgariya jinê de pêş bixe û xwe bigihînin jiyaneke azad û bi wate, ked da. Hevrêya me Axîn ji bo vê her kêlî bi lêgerîn û têkoşîna xwe peywirên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî.
Hevrêya me Axîn heta sala 2015’an li herêma Heftanînê ma. Hevrêyên ku li vir perwerde kir li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê bi lehengî şer kirin. Piştî êrîşên dijmin ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, bi roleke girîng rabû û berê xwe da herêmên Xakurkê, Cîlo û Avaşînê ku şer lê giran bû. Li van herêman tevkariyeke girîng li pêşketina berxwedaneke dîrokî kir. Hevrêya me Axîn li van herêman di astên cuda de bi erkên fermandariyê rabû, bi saya têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên xurt, di dilê hemû hevrêyên xwe de cihekî nayê jibîrkirin girt. Bi taybetî di dema xwe ya Avaşînê de ket nava cîhana hevrêyên xwe û têgihiştina fermandariyê ya PKK'ê ya li ser bingeha wate, hest û fedekariyê bi temamî bi cih anî. Di vê wateyê de tevî hemû êrîşên dijmin ên li dijî mirovahiyê, li herêma Avaşîn di xeta fedaî de berxwedanek mezin pêş xist. Hevrêya me Axîn ku piştî sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê erka fermandariyê girt ser xwe, di vê pêvajoyê de li ser taktîkên şerê gerîla yê serdema nû lêhûrbûn girîng jiya. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku gerîlên azadiyê yên Apoyî dikare bi taktîk û şêwazên dewlemend li hemberî hemû îmkanên dijmin berxwedanê mezin bike, ji bo asta lêhûrbûna ku bi dest xistiye herî baş pêk bîne, pêşniyar kir ku derbasî herêma Heftanînê bibe. Ji bo berfirehkirina têkoşînê û tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, pêwîstî dît ku vegere Heftanînê ku berê demeke dirêj lê têkoşiya û bi gelek hevalên xwe yên hêja re bîranînên nayên jibîrkirin berhev kiribûn. Hevrêya me bû xwedî pratîkeke li gorî vê îdîayê û li Heftanînê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de roleke diyarker lîst. Bi vî rengî hevrêya me Axîn encamên lêhûrbûnên xwe ya li ser gerîlatiya serdema nû bi dest xist û di 29’ê Cotmeha 2024’an de li hemberî êrîşa dijmin bi berxwedaneke fedaî têkoşîna xwe gihand lûtkeyê.
Hevrêya me bi sekna xwe bû yek ji mînakên herî berbiçav ên fermandariya gerîla ya serdema nû. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna hevrê Axîn her tim ji xwe re mînak bigirin û em soz didin ku em ê ruhê azadiyê yê PKK’ê ku bi awayekî serketî temsîl kir, zindî bihêlin.
DILOVAN AVZEM
Hevrêyê me Dilovan di nava malbatek welatparêz ku bi nirxên kurdewarî ve girêdayî li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me bi awayekî xurt girêdayî têkoşîna me ya azadiyê bû û xwedî li erkên xwe yên welatparêziyê derdiket, her tim di hedefa dijmin de bû. Di sala 1993’yan de bavê wî Adil Mintaş ku welatparêzek hêja bû, ji aliyê dijmin ve hat qetilkirin û şehîd xistin. Hevrêyê me Dilovan neçar ma di temenek biçûk de bêyî bav mezin bibe, vê rastiyê hestê tolhildanê di kesayeta wî de pêş xist. Mîna her zarokek Kurd ê li Amedê dijiya komkujî, zext û êşkenceyên ku ji aliyê dijmin ve li ser gelê me dihat kirin dît û bêhtir sempatiya wî li hemberî gerîlayên Kurdistanê ku rûmeta gelê me li hemberî dijmin diparêze, pêş ket. Ji ber vê her tim bi xeyala ku rojek mezin bibe û tevî kurê apê xwe beşdarî nava refên gerîla bibe re, dijiya. Hevrêyê me her çend demeke kurt li dibistanên sîstemê xwend, bi xurtkirina hişmendiya Kurdîtiyê bersiv da êrîşên dijmin. Hevrêyê me li hemberî kesên bi dijmin re hevkarî dikirin bi hêrs bû, bi sebreke mezin hewl da ku rastiya dijmin bi van kesan bide fêmkirin. Hevrêyê me ji ciwantiya xwe ve ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî, di vê pêvajoyê de diyardeya kedê ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me di ferqa pîroziya kedê de bû, ked veguherand şêweyekî jiyanê. Hevrêyê me hewl da polîtîkayên înkar û îmhayê yên dijmin ên li ser gelê me li bajarên Tirkiyeyê jî ji tevahiya civakê re vebêje. Di vê pêvajoyê de xwest rastiya me û rewatiya têkoşîna me bide fêmkirin.
Bi zêdebûna êrîşên dijmin re hevrêyê me Dilovan ku dixwest tevlî nava refên gerîla bibe ku xewn û xeyala wî ya zarokatiyê bû, di hewldana xwe ya destpêkê ya sala 2009'an de bi ser neket. Lê belê lêgerîna xwe dewam kir. Piştre kurê apê wî hevrê Egîd - Mahmût Mîntaş di sala 2010'an de tevlî nava refên gerîla bû û di sala 2012'an de di çalakiya qereqola Angolê de gihîşt şehadetê. Ev yek bandorek mezin li hevrêyê me kir. Piştî vê pêvajoyê hevrêyê me Dilovan hem ji bo soza xwe bi cih bîne û hem jî ji bo tola şehîd Egîd hilîne lêgerîna xwe kûrtir kir û li ser vê esasê di sala 2013'yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Dilovan demekê li herêma Amedê tevlî xebatan bû, perwerdeya xwe ya destpêkê ya li ser jiyana gerîla û çiyê ya li vir wergirt. Hevrêyê me ji tecrûbeya leşkerî û rêxistinî ya hevrêyên xwe yên li qada Amedê sûd wergirt, di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên girîng ava kir. Bi perwerdeyên wergirtî re tevlîbûna xwe ya hestewarî veguherand tevlîbûneke bi zanabûn. Piştî ku demekê li herêma Amedê ma, hevrêyê me ji bo di asta akademîk de perwerde bibîne, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê yekemîn perwerdeya xwe li herêma Heftanînê dît. Hevrêyê me bi perwerdeya ku wergirtî re xwe di huner û taktîka şerê gerîla de bi pêş xist, bi sekna xwe ya gihîştî ya li nava jiyanê re ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dilovan ku bi tevlîbûna xwe ya durist, jidil û kesayeta xwe ya dilpak bawerî da hemû hevrêyên xwe û piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî hin xebatên girîng û stratejîk bû. Hevrêyê me li herêma Heftanînê têkoşîna xwe didomand, derfet dît ku li vê derê li gelek qadan xebatên xwe bimeşîne.
Hevrêyê me Dilovan li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji sala 2015'an û vir ve didome tevkariyeke girîng ji bo xurtkirina berxwedana li herêma Heftanînê kiriye, bi kesayetiya xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya fedaî re hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me bê teredût bi baldarî û wêrekiyeke mezin erkên herî zehmet girt ser milên xwe û her tim şêweyê fedayîtiyê esas girt. Hevrêyê me Dilovan di gelek xebatan de cih girt û bû xwedî tecrûbeyeke girîng. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de di gelek teknîkên şer ên gerîla de pispor bû û hevrêyên xwe perwerde kir. Bi vî rengî tevkarî li pêşketina hemû hevrêyên xwe yên bi wan re têkoşiya kir û erka xwe ya hevrêtiyê bêqisûr bi cih anî.
Hevrêyê me Dilovan di jiyanê de xwedî sekneke pir dilnizm û gihîştî bû, bi felsefeya Rêbertî xwe perwerde kir û ev taybetmendiyên xweş kiriye bingeha milîtaniya Apoyî. Tevî ku demeke dirêj perwerdeya akademîk nedîtibû jî, hevrêyê me Dilovan her tim di nava lêhûrbûnan de bû û hêz ji hevrêyên xwe yên şehîd digirt û li ser vê esasê xwe di aliyê bîrdozî de kûr kir. Ji ber ku dijmin ji sala 2019'an û pê ve êrîşî herêma Heftanînê dikir, hevrêyê me her tim dixwest li eniya pêş be. Dema ku ev pêşniyara wî nehat qebûlkirin li qad û xebatên ku tê de cih digirt, tevlîbûneke xurtir kir. Tevkarî li mezinkirina berxwedana hevrêyên xwe kir. Bi tevlîbûna xwe ya bênavber bandor li hevrêyên xwe yên li derdora xwe kir. Hevrêyê me bi keda xwe derket pêş û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê beşdarî berxwedanê bû. Hevrêyê me Dilovan bi sekna xwe ya wêrek û biryardar hêz û moral da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me Dilovan bi her derbeya ku li dijmin dixist, armanc dikir ku tola hemû şehîdên me hilîne. Bi taybetî jî dixwest tola hevrê şehîd Egîd – Mahmut Mîntaş hilîne. Ji ber ku gihişt vê armanca xwe, kêfxweş bû. Li herêma Heftanînê şans dît ku di serî de bi Şehîd Bargiran Erkendî, Şehîd Hejar Zozan, Şehîd Zelal Sîdem, Şehîd Rustem Serêkaniyê û Şehîd Esmer Devrim Zerdeşt re, bi gelek fermandar û hevrêyên me yên hêja re têkoşîn bimeşîne û ji şehadeta demên cuda yên van hevrêyên me, pir bandor bû.
Hevrêyê me Dilovan piştî pratîka serketî ya 10 salan a li Heftanînê, xwest xwe di warê îdeolojîk de û ji bo tarz û taktîka demê nû ya gerîla hîn zêdetir pêş bixe. Li ser vî bingehî beşdarî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de şans dît ku pratîka xwe bixe meriyetê û kêmahiyên xwe yên pratîkî bi rengekî objektîf nirxand û çareser kir, dersên girîng jê derxist û veguherand tecrubeyê. Di heman demê de tecrubeyên xwe ragihand hevrêyên xwe jî. Hevrêyê me ev pêvajoya perwerdeyê hem weke şêwazê fêrbûn û hem jî weke fêrkirinê nirxand. Ji bo ku tevkariyê li pêvajoya şerê dijwar bike, bi israr pêşniyar kir ku biçe qadên şer lê dijware. Hevrêyê me gihişt vê armanca xwe û car din derbasî herêma Heftanînê bû ku her rêya wê, her kaniya wê, her çiya û geliyên wê nas dikir. Li vir bêyî ku tempoya xwe ya têkoşînê bixîne, hewl da ku wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Dilovan bîranîna hevrêyên xwe her tim di dilê xwe de hîs kir û xwest bibe layiqê wan. Hevrêyê me dizanî ku tarzê têkoşîna demê nû fedayîtî ye û bi vê zanebûnê tu carî nedisekinî. Di her çalakiya li herêma Heftanînê hatî lidarxistin de, bi roleke diyarker rabû. Hevrêyê me tecrubeyên xwe fêrî hevrêyên xwe jî dikir. Bû sedem ku her hevrêyek wî herêma Heftanînê nas bike û hevrêyên ku berê li vir têkoşiyane û şehîd bûne, hîs bike. Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Têkoşîna xwe mezin kir û bi vî rengî bersiv da rêz û hezkirina ku jê re dihat nîşandan. Hevrêyê me Dilovan 29’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Bi jiyan, şer, ken, hevrêtî û sekna xwe ya di pîvanên milîtaniya Apoyî de, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka me ya têkoşînê de nivîsand.
ZOZAN RÛKEN
Hevrêya me Zozan li Colemêrga ku navê wê bi berxwedanê tê zanîn, di nav malbateke welatparêz de hat dinyayê. Ji ber ku malbata wê girêdayî nirxên netewî bû û ji eşîra wê Marînusê jî gelek kes beşdarî nav refên gerîla bibûn, hevrêya me di emrekî ciwan de Tevgera me nas kir. Bi terbiye û exlaqa ji malbata xwe girtî û bi şexsiyeta xwe ya xurt li derdora xwe hat hezkirin. Hevrêya me demekê çû dibistanên sîstemê lê her tim li dijî polîtîkayên dijmin ên tirkkirinê baldar bû. Hevrêya me dibistanên ku navendên asîmîlasyonê yên sîstemê bûn terikand û berteka xwe nîşanî polîtîkayên qirker da. Hevrêya em Zozan da ku piştgiriya debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî û zanî ku pergala kapîtalîst jinan wek amûreke kedxwariyê bi kar tîne. Belavbûna felsefeya Rêberî li her çar aliyên Kurdistanê û destkeftiyên bi berxwedana bêhempa ya gerîla hatin bidestxistin bandoreke mezin li ser hevrêya me kir û ew hîn di ciwantiya xwe de ket lêgerînekê. Wê, her tim mîlîtanên YPJ'ê ji xwe re wek mînak dît. Hevrêya me li ser sedemên bingehên ên pirsgirêkên civakî hûr bû û nakokiyeke mezin jiya, loma li ser desthilatê lêhûrbûn kir. Hevrêya me jiyana ku hişmendiya serdest a mêrperwer layiqî civakê dîtî qebûl nekir û hewl da paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan jiyaneke alternatîf pêşkêş dike nas bike. Her ku emrê wê pêş ket hevrêya me lêgerînên ji bo beşdariyê zêdetir kirin û di sala 2009'an de tevî ku gihişt nav refên gerîlayan, ji ber hin sedeman neçar ma ku vê xeyala xwe taloq bike. Hevrêya me li hember Rêber Apo rêz û hezkirineke mezin dijî û nirxandinên Rêbertiyê yên li ser jinên di nav pergalê de kirî ji xwe re kire rêber.
Wek jineke xwedî zanîn, dizanî ku azadiya civakan ji azadbûna jinan derbas dibe. Tevlîbûn û têkoşîna xwişka wê Sema Marînos - Wahîde Kurt bandor li ser hevrêya me Zozanê kir û xwest beşdarî nav refên me bibe. Hevrêya me Zozanê xwest di nav şerê dijwar ê li Kurdistanê de cih bigire û erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne, lewma berê xwe da mekanên pîroz, çiyayên gerîlayan. Hevrêya me Zozan ji Bakurê Kurdistanê beşdarî refên gerîla bû û demekê li herêma Botanê ma. Hevrêya me li devereke wekî Botanê ku xeyala hemû gerîlayan e, dest bi jiyana gerîlatiyê kir û piştî demekê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me beşdarî perwerdehiyên şervanên nû bû û têkiliyên hevrêtiyê yên germ ên gerîlayan bandoreke mezin li ser wê kir. Bi saya beşdariya bixwestek û kêfxweş a perwerdehiyan û jiyana gerîlatiyê, di demeke kurt de hînî jiyana çiyayî û gerîlatiyê bû. Hevrêya me dixwest di her warî de hînî jiyana gerîlatiyê bibe. Lewma bi daxwaza xwe ya hînbûnê bû şervaneke mînak. Wek gerîlayeke serkeftî pêvajoya xwe ya perwerdehiyê temam kir û derbasî qadên pratîk bû. Bi fedakarî û hevrêtiya xwe gihişt asta berpirsyariyê. Hewl da xwe di asta îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe. Hevrêya me dixwest bibe bersiva pêvajoya şerê giran a ku li hember dijmin tê dayîn, lewma her tim ji xwe re kir armanc ku xwe di asta leşkerî de pêş bixe.
Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê hewl da gelê Êzidî qir bike, li gor ruhê srferberiyê yê ku Tevgera me dayî destpêkirin tevgeriya û erkên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anîn. Li qada şer hînî gelek tiştan bû. Li ser bingeha nirxandina Rêberê me ‘Ne em ê wekî berê bijîn ne jî wekî berê şer bikin’ lêhûr bû û di qada xwe de bû gerîlayeke xwedî tecrube ya YJA Starê. Wek dilsoziya kûr a ji bo şehîdan daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir. Hevrê Zozan wek gerîlayeke xwedî tecrube, di gelek qadan de kedeke mezin da û piştgiriya pêşketina hevrêyên xwe kir. Wê hewcedariyên serdemê baş dizanîn, lewma bi israr xwest ku derbasî qadên şer lê dijwar bibe. Piştî pratîkeke têrker di akademiya jinên azad de perwerdehî dît. Di tevahiya perwerdehiyê de li ser nirxandinên Rêberê me yên di warê artêşa jinan û şexsiyetê lêhûr bû û mihasebeya xwebatên xwe yên pratîk kir. Bi zanîna mîsyona jinan a pêşengtiyê xwe ji bo qadên nû yên wezîfeyê amade kir. Wek milîtaneke Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîn.
Hevrêya me Zozan, 29'ê Cotmeha 2024'an de li Heftanînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de gihişt şehadetê. Hevrêya me dê bi sekna xwe di xeta azadiya jinan de û dilsoziya ji bo azadiyê her tim were bibîranîn. Wek hevrêyên wê em dubare soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrêya me Zozan wek mîrate ji me re hiştî bigihînin serkeftinê û em ê bibin şopdarê xeyalên wê.
AVZEM CÛDÎ
Hevrêya me Avzem li gundê Ayvanê yê girêdayî Şirnexê d nav malbateke welatparêz de hat dinyayê. Ji ber derdora ku malbata wê lê dijî xwedî hişmendiya Kurdayetiyê bû, hevrêya me jî wek keseke girêdayî rastiya xwe mezin bû. Hem malbata wê hem jî derdora wê tevî hemû êrîşên dijmin di Kurdbûna xwe de israr kirin û vê yekê dilsoziya wan a ji bo têkoşîna me ya azadiyê xurt kir û parast. Vê rewşê rê li ber wê yekê vekir ku hevrêya me Avzem jî partiya me PKK'ê û gerîlayên azadiyê di demeke nêz de nas bike. Ji ber ku li derdora wê çîrokên qehremaniya gerîlayan dihatin vegotin û ji heft salî heta heftê salî xwedî derketina hemû gelê me ya li têkoşîna me, hezkirina hevrêya me Avzemê ya li hember gerîlayan zêde kir û daxwaza beşdarbûna nav refên gerîla li ba wê şîn bû. Hevrêya me di dibistanên dewleta Tirk de nexwend, lewma taybetmendiyên xwe yên netewî û çandî parastin. Hevrêya me Avzem ji bo ku piştgiriya debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî û di vê pêvajoyê de ji aliyê derdora xwe ve ji ber keda xwe hat hezkirin û rêz lê hat girtin. Wê di heman demê de derfet dît ku heqîqeta pergala kapîtalîst hîn bibe. Dema ku hevrêya me dît wek jin keda wê tê xwarin û jin di nav pergalê de wek metayekê tê dîtin nakokiyên wê zêdetir bûn. Ji ber vê yekê hewl da bersiva van nakokiyan bibîne. Ji aliyê din ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me roj bi roj zêde dibûn, hêrsa hevrêya me ya li dijî dijmin mezintir kir. Tevî ewqas ked û hewla Rêbertî û gelê me ji bo jiyaneke azad dayî, bersiva dijmin a bi êrîşên tasfiyekirinê ji bo hevrêya me Avzemê bû xala werçerxê. Ji ber vê yekê biryar da ku tevlî nav refên gerîla bibe ku ev xeyala wê ya zarokatiyê bû. Bi taybet di sala 2015'an de, dema ku di Berxwedana Rêveveriya Xweser de gelek şehadet çêbûn, wê sonda tolhildanê xwar û ber xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Avzemê perwerdehiyên xwe yên yên gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê standin. Yekem tişta ku bala hevrêya me kişand rola jinan a pêşeng û diyarker a di têkoşîna me de bû. Jinên ku di nav pergala kapîtalîst de bûne meta, bûne însanên ji çîna duyê, keda wan bêtir tê xwarin û tim di pozîsyona koletiyê de ne, di nav refên gerîka de li bi awayekî çalak beşdarî hemû qadên jiyanê dibin, xwe bi xwe biryarên xwe distînin, rêxistinbûneke xweser ava dikin û di her qadê de hene. Vê yekê bandoreke kûr li ser hevrêya me Avzemê kir. Her çiqas berî tevlîbûna xwe têkoşîna me ya azadiyê nas dikir jî tiştên ku di nav jiyana gerîlatiyê de dîtin bûn sedem ku hevrêya me careke li ser heqîqeta partiya me û Rêberê me lêhûr bibe. Di serî de jinên Kurd, hemû jinên azadîxwaz di rêya ‘xwebûnê’ de bi îdeolojiya azadiya jinan a ku Rêberê me pêş xistî gav avêtin û têkoşîna wan a di vê wateyê de li her qadê li dijî hişmendiya serdest a mêrperest mezin bû. Vê yekê li ser hevrêya me Avzemê bandoreke mezin çêkir û wê bêhtir bala xwe da ser têkoşîna azadiya jinan. Hevrêya me roj bi roj têkoşîna xwe mezin kir û hewl da xwe bigihîne xeyala xwe ya jiyana azad. Dema ku beşdarî nav refên gerîla bû, li ser gelê me û Tevgera me êrîşên qirker û tasfiyekirinê bê navber dewam dikirin. Lewma hevrêya me xwe di warê leşkerî de jî pêş xist û wek gerîlayeke YJA Starê bû şervaneke azadiyê. Hevrêya me Avzem bi awayekî çalak, kêfxweş û xwedî moral beşdarî perwerdehiyan bû û ji bo hevrêyên xwe bû mînak.
Hevrêya me Avzem piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, derbasî qadên pratîkê bû. Ji bo tiştên di perwerdeyê de fêr bûne, bixe pratîkê zehmetî nekişand. Hevrêya me xwedî kesayeteke dirûst bû. Her tim dizanî ku israra li ser xeta Rêbertî, mifteya serketinê ye. Bi dil ji vê yekê bawer kir û têkoşiya. Lewma li her qadê û di nava her xebatê de bi ser ket. Bi kesayeta xwe ya dilnizm, têgihiştî û samîmî bandor li hemû hevrêyên xwe kir û ew hîn zêdetir sewqî têkoşînê kirin. Hevrêya me li herêmên ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn, gerîlatî kir û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir. Hevrêya me zanî ku dijmin tehemûlê azadiya gelê me nake û di siyaseta qirkirinê ya sedsalî de israr dike. Ev yek kir sedemê herî mezin ê têkoşînê. Di pêvajoyeke ku gerîlayên Kurdistanê xwe bi feraseta Modernîteya Demokratîk jinûve ava dikin de, armanc kir ku bigihije gerîlatiya serketinê. Hevrêya me Avzem xwest di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixe. Hevrêya me bi perwerdeyên ku wergirtî re di gelek taktîk û tarzên gerîla de bû pispor û demek dirêj perwerdeya hevrêyên xwe girt ser xwe. Hevrêya me ev pêvajo hem weke fêrbûn hem jî weke fêrkirinê nirxand û bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir. Bi vî rengî di pêngavên dîrokî yên li dijî dijmin de, tevkariyên girîng kir. Lê belê hevrêya me ticarî xwe bes nedidît û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke lûtkeya serketinê dît. Hevrêya me Avzem ala têkoşînê ji hevrêyên xwe yên ku bi fedayiyane şer kirine û şehîd bûne, dewr girt û ji bo bibe layiqê wan xwest vê alê hîn bilindtir bike. Ji bo ji pêvajoya şerê dijwar re bibe bersiv, pêşniyar kir ku biçe qadên pratîkê.
Hevrêya me Avzem, bi sekna xwe ya di azadiya jinan de, bi azweriya xwe ya têkoşînê û bi serwextiya xwe ya di taktîkên serdema nû ya gerîlatiyê de baweriya hevalên xwe bi dest xist û derbasî herêma Heftanînê bû. Di pêvajoya Heftanînê de, hevrêya me her tim li rêya lêxistina dijmin digeriya û bi ked û hewla xwe çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hevrêya me Avzem di her derba xwe de soza xwe ya tolhildanê hinekî din bi cih dianî. Hevrêya me Avzem bi hevrêtiya xwe ya jidil û bihêz, bi şexsiyeta xwe ya fedakar, kedkar û dilnizm di xeta azadiya jinan de bû gerîlayeke mînak a YJA Starê û mîlîtaneke Apoyî. Hevrêya me Avzem, 29'ê Cotmeha 2024'an de, di encama êrîşeke dijmin de gihişt şehadetê û ala têkoşînê ya ku bi serkeftî bilind dikir dewrî me kir. Wek dilsoziya me ya ji bo bîranîna hêja ya hevrêya me Avzemê û ji bo ku di şexsê wê de em bibin layiqê hemû şehîdên azadiyê, em ê têkoşîna ku wan wek mîrate ji me re hiştî teqez bigihînin serketinê."