ÎAKM’ê sala xwe ya 30’emîn pîroz kir

Navenda Çanda Elewî ya Îngilistanê sala xwe ya 30’emîn pîroz kir. Di merasîmê de wiha hate gotin: “Êşa Elewiyan Roboskî, Helebce, Şengal, Gezî, Dersim û Mereş e.”

Navenda Çanda Elewî û Cemxane ya Îngilistanê (ÎAKM) sala xwe ya 30’emîn li Dominion Centre ya li Londonê pîroz kir.

Hevserokê AABK’ê Huseyîn Mat, Siyasetmedar Osman Baydemîr, Hevserokên Federasyona Elewî ya Îngilistanê Muslum Dalkiliç û Dîlek Încedal, gelek nivîskar, akademîsyen û hunermend beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di merasîmê de komkujiyên Koçgirî, Dersim, Mereş, Sêwas, Roboskî, Şengal, Gezî û Pirsûsê hatin bîranîn. Di axaftinên hatin kirin de nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst hate dayîn ku polîtîkayên xwe komkujî, bişaftin, zext û sirgûnê li hemberî Kurdan, Elewiyan, ziman û baweriyên cuda didomîne.

Di merasîmê de peyama “Êşa Elewiyan Şengal, Roboskî, Sêwas, Dersim û Mereş e” hate dayîn.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.