ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ekrem Îmamoglû ji peywirê hat dûrxistin
Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Beylikduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ji peywirê girt û qeyûm tayînî Şaredariya Şîşliyê kir. -
Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel daxuyaniyeke hevpar dan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî pîrozbahiya Newrozê li Saraçhaneyê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re daxuyaniyeke hevpar da. -
Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Rêya me demokrasî ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e." -
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin Sebahat Tûncel di pîrozbahiya Meletiyê de axivî û got, “Hêvî heye, vê carê em dikarin li bi ser bixin. Em ji xwe bawer in. Em bi we bawer in." -
Newroza Antalya: Bijî berxwedana Îmralî
Di Newroza Antalyayê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. -
Bayindir: Gelê Kurd wê azad bibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Gelê Kurd wê azad bibe. Gelê Kurd wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin.” -
14 baroyan Mansur Yavaş şermezar kirin
Baroyên Amed, Agîri, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dersim, Colêmerg, Îdir, Qers, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ê ku heqaret li îradeya gelê li qada Newrozê kir, şermezar kirin. -
Bakirhan ji desthilatdariyê re got: Banga sedsalê bi dek û dolaban têk nebin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Newroza Stenbolê de bang li desthilatdariyê kir ku 'banga sedsalê' ya Rêber Apo ji nedîtî ve neyê û bi dek û dolabên dadgeriyê têk nebe. -
Newroza Stenbolê: Niha dema Enqereyê ye ku gav bavêje
Li Stenbolê bi sed hezaran kes di Newrozê de kom bûn. Di şahiyê de Gultan Kişanak axivî û got, “Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirk bangeke pir girîng kir. Niha dema Enqereyê ye ku gav bavêje.” -
Li dengê Rêber Apo hate guhdarîkirin
Nirxandinên Rêber Apo yên li ser Newrozê ji dengê wî di Newroza Stenbolê de hate guhdarîkirin. -
Di Newroza Stenbolê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan
Di Newroza Stenbolê de ku bi sed hezaran kes lê li hev kom bûn, posterên Rêber Apo hatin hildan û dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn. -
Ozgur Ozel: Sûcê Îmamoglû tenê têkbirina Erdogan e!
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyanî da û got, “Sûcê wî tenê ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan têk bir, hate girtin.” -
Newroza li Stenbolê bi rengekî bi heybet destpê kir
Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi dirûşma 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' bi tevlîbûneke bi heybet destpê kir. -
Hevserokên DBP'ê nerazîbûn nîşanî girtina Îmamoglû dan
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kirin. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partî girtina Îmamoglû ‘bi tundî’ şermezar kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, nerazîbûn nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dan û vê pêkanînê weke ‘darbeya li dijî edalet û demokrasiyê’ binav kirin. -
HBDH'ê Baran Serhat bi bîr anî: Em ê şoreş û sosyalîzmê bi ser bixînin
HBDH’ê got, “Em hevrê Baran Serhat û hemû cangoriyên berxwedanê bi hurmetî bi bîr tînin, soz didin ku em ê bi biryardarî li ser şopa wan bimeşin, têkoşîna hevpar berfireh bikin û şoreş û sosyalîzmê bigihînin serketinê.” -
Li nava CHP'ê dengdana ji bo serokkomariyê destpê kir
CHP'ê ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokkomariyê ji saet 08:00 û pê ve dest bi dengdanê kir. -
Ekrem Îmamoglû hate girtin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin. -
Dozgeriyê xwest Ekrem Îmamoglû bê girtin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Şîliyê Resûl Emre Şahan, Mahîr Polat, Mehmet Alî Çalişkan bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Qedexeya çalakiyan a li Stenbolê jî heta 27'ê Adarê hate dirêjkirin. -
ROJEVA 23'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Îmamoglû sewqî edliyeyê hat kirin
Ekrem Îmamoglû yê binçavkiriî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 30 dozger hatin wezîfedarkirin. -
Newroz li Egeyê hat pîrozkirin: Divê Rêber Apo azad bibe
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Egeyê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin û xwedî li “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo hate derketin. -
Li Kuluyê Newroz hat pîrozkirin
Li navçeya Kulu ya Konyayê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" hate pîrozkirin. -
Ji Amanosan heya Mûglayê coşa Newrozê berdewam dike
Li Hatay, Edene, Osmaniye û Mûglayê Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di şahiyan de gelek caran dirûmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hate berzkirin. -
Li 7 jinan lêgerîna tazî hate ferzkirin û rastî êşkenceyê hatin
Li 7 jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, lêgerîna tazî hate ferzkirin. Jinan nexwestin vê ferzkirinê qebûl bikin, lewma êşkence li wan hate kirin.