Li 7 jinan lêgerîna tazî hate ferzkirin û rastî êşkenceyê hatin
Li 7 jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, lêgerîna tazî hate ferzkirin. Jinan nexwestin vê ferzkirinê qebûl bikin, lewma êşkence li wan hate kirin.
Li 7 jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, lêgerîna tazî hate ferzkirin. Jinan nexwestin vê ferzkirinê qebûl bikin, lewma êşkence li wan hate kirin.
7 jin bi hinceta beşdarî çalakiyên ku piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû destpê kirin bûne, vê siharê li Enqereyê hatin binçavkirin. 7 jin birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.
Hate ragihandin ku li Midûriyeta Polîsan lêgerîna tazî li jinan hatiye ferzkirin. Hate îfadekirin ku jinên ku li dijî vê ferzkirinê rabûne, rastî êşkenceyên cuda hatine.
Parêzeran ragihand ku ew ê têkildarî bûyerê lêpirsînê bidin destpêkirin.