Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel daxuyaniyeke hevpar dan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî pîrozbahiya Newrozê li Saraçhaneyê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re daxuyaniyeke hevpar da.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî pîrozbahiya Newrozê derbasî Saraçhaneyê bû. Bakirhan û şandeya pê re li vir bi rayedarên CHP’ê re hevdîtin kirin. Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li vir daxuyaniyeke hevpar dan. 

 OZEL: NEWROZ DESTPÊKEKE NÛ YE

Ozgur Ozel, da zanîn ku wan dema dengdayînê ya ji bo diyarkirina namzetiya serokkomariyê heta saet 19.00'ê dirêj kirine. Ozel, got: “Ji bo vê piştevaniya gelek biqîmet, ji bo sûda bibiryar û bibawer a ku ji destpêka pêvajoyê heta niha dane, gelek spas dikim. Newroz vê hefteyê li tevahiya Anatoliyayê hate pîrozkirin. Li hemû bajaran hate pîrozkirin. Destpêkeke nû ye, zindîbûneke nû ye. Bi hêviya ku hêviya aştiyê di sala nû de şîn bibin. Dê biryardariya me ya di têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna hevpar a ji bo aştiya Tirkiyeyê di dema pêş de jî bi heman biryardarî û bi heman cesaretê bidome.” 

BAKIRHAN: HELWESTA ME ZELAL E

 Bakirhan jî wiha got: “Em ji kevneşopiyeke ku gelek caran rastî van derbeyan hatin, tên. Em van derbeyan baş nas dikin û dizanin ku ev derbe di dawiya dawî de dê li hêza gel qelibin û parçe parçe bibin. Hewl didin bi destê darazê serî bi siyaseta demokratîk bidin tewandin. Li vê xakê kevneşopiyeke pir girîng a berxwedanê heye. Dê îro jî wisa be. Yên ku divê ji bo xwe dersan ji ve bigirin ew kes in ên ku divê bi ço yê darazê siyasetê dîzayn nekin. Em ne tenê qala bajarekî mezin ê Tirkiyeyê dikin. Em qala bajarekî girîng ê cîhanê dikin. Şaredarê vî bajarî bêyî sedemek hebe hate binçavkirin û girtin. Divê tavilê dev ji van derbeyan berdin. Di demeke ku qala aştiyê tê kirin û qala demokratîkbûna Tirkiyeyê tê kirin de tişta li Stenbolê hatiye kirin, ruhê aştiyê jehrî dike. Divê ev welat hem ji derbeyên leşkerî hem jî ji yên siyasî rizgar bibe. Derbeyên leşkerî sekinîne lê em nizanin ka dê yên siyasî kengî derkevin pêşberî me. Weke DEM Partiyê em li dijî xespkirina îradeya gel a bi rêya derbeyên siyasî ye. Sekna me zelal e. Li ku derê bêhiqûqtiyek hebe, li ku derê neheqiyek hebe, li ku derê îradeya Kurd û Tirkan were xespkirin, em li wir in. Em piştevaniyê didin û dê her tim li dijî vê neheqiyê bisekinin.” 

‘PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI DEMOKRASIYÊ HEYE’

Bakirhan, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Tirkiye niha ketiya nava pêvajoya nîqaşeke nû. Hêviyek xuya kir. Bi roja ye em li qadên Newrozê ne. Li qadên Newrozê hêvî ew e ku zemîna deokratîkbûna welat çêbibe û hemû kes bi ziman û îradeya xwe, weke xwişk û bira û wekhev bijî. Hewldanên bi vî rengî, zirarê didin pêvajoyan. Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi girtina Îmamoglû, bi demokrasiyê heye. Gelên Tirkiyeyê dixwazin li welatekî qeyûm nayên tayînkirin, bêyî zext û bêyî çoyê darazê li ser zemîneke demokratîk bijîn. Divê îktîdar guh bide dengê gel. Ev tişta dikin zirarê dide 85 milyon welatiyan. Her yek ji me di şevekê de ji sedî 3 xizan bûn. Ma feydeya vê operasyonê ji bo kê heye? Ne bi xêra Tirkiyeyê ye. Ev rê ne tu rê ye.” 

PIRSA TÊKILDARÎ MANSUR YAVAŞ

Ozgur Ozel, ji bo pirsa têkildarî axaftina Mansur Yavaş a duh got: “Peyama partiyê ya di vê mijarê de ev e; tişta serokê giştî dibêje, peyama partiyê ew e.”