HBDH'ê Baran Serhat bi bîr anî: Em ê şoreş û sosyalîzmê bi ser bixînin

HBDH’ê got, “Em hevrê Baran Serhat û hemû cangoriyên berxwedanê bi hurmetî bi bîr tînin, soz didin ku em ê bi biryardarî li ser şopa wan bimeşin, têkoşîna hevpar berfireh bikin û şoreş û sosyalîzmê bigihînin serketinê.”

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de wiha hat gotin:

“Yek ji pêşengên Tevgera me ya Şoreşger hevrê Baran Serhat beriya 6 salan di encama êrîşeke xayîne de şehîd bû. Bila ji kesên ku ew qetilkirine re bibe înat ku hevrê Baran Serhat hê pêşengiya têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî dike. Xelîfeyên wî niha bi serbilindî ala bi rûmet a ku heta nefesa xwe ya dawî hildabû, li çiya, bajar, zindan, qad, kargeh û dibistanên Tirkiye û Kurdistanê di çeperên herî dijwar ên têkoşînê de li ba dide. Xelayê kesên difikirin ku bi qetilkirina şoreşgeran dikarin têkoşîna şoreşgerî bidawî bikin careke din têk çû. Tevî hemû şert û mercên zehmet û êrîşên tevkujiyê yên desthilatdariya faşîst, rêya şoreşgerî ber bi serketinê ve diçe. Fedekarî û têkoşîna hevrê Baran Serhat a li ser vê rêyê, îro jî mîna duh ji me re pêşengiyê dike.

Hevrê Baran Serhat li dijî mêtingerî û zextê jiyana xwe fedayê têkoşîna şoreşgerî kiriye û tecrûbeyên xwe yên salên bihurî li gorî şert û mercên tê de bi jiyanî kiriye û bûye pêşengekî afrîner. Li her cihê ku zilm û êş lê hebûya, ji bo gelan di eniya têkoşînê ya herî pêş de cihê xwe girt. Bajar û zindanên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê bûne şahidê gelek çalakiyên wî yên wêrek. Bi serbilindiya xwe çok bi dijmin da danîn û her cihê lê bû veguherî keleha ku şoreş lê dihate parastin. Hevrê Baran Serhat şoreşgerekî hosta bû, çi fikirîba wê dixist pratîkê. Di nava têkoşînê de hem bû şervanekî wêrek, hem jî bû fermandar û pêşengekî afirîner, li gorî pêwîstiyên şer û têkoşînê tevgeriya û xwedî li erkên xwe derket. Sînorên hatine diyarkirin nasnekir û ji bo pêş xistina têkoşîna hevpar a gelan kedek mezin raber kir. Hevrê Baran Serhat di parastin û pêşvebirina Şoreşa Rojava de roleke girîng lîst û tevkarî li mezinbûna têkoşîna enternasyonalîst kir. Pêşengiya avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî kir û berpirsyariyên dîrokî girt ser milên xwe. Û di meha Adarê de ku şahidî ji gelek lehengî, berxwedanî û komkujiyan re kiriye, di êrîşa dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest da.

Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin; Li aliyekê desthilatdarên ku cîhanê ber bi wêraniyê ve dikişînin hene, li aliyê din gelên têkoşer hene. Li gel ku zindî kirina nirxên şoreşgerî û hevrêtiyê jiyanî ye, hînbûna ji jiyana şehîdên şoreşê rêya herî watedar a bîranîna wan e. Di şert û mercên herî dijwar de jî ji têkoşînê paşve gav neavêtin û li hemberî dijmin bi biryardarî bi pêş ve çûn, bi hişmendiya fedaîbûnê bûn şervanên heqîqetê û hêviyê di mirovahiyê de geş kirin.

Yên ku me di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de şehîd dan, sembolên berxwedan û biryardariyê ne. Ew abîdeyên berxwedanê ne ku li hemberî şer, dagirkerî, zext û mêtîngeriyê ku berdewam dikin, pêşengiya me dikin. Bîranîna wan tê wateya berfirehkirina têkoşîna şoreşgerî. 

Em hevrê Baran Serhat û hemû cangoriyên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin, em careke din soz didin ku em ê bi biryardarî li ser şopa wan bimeşin, têkoşîna hevpar berfireh bikin û şoreş û sosyalîzmê bigihînin serkeftinê. Werin em li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û serdestiya mêr têkoşîna Şoreşa Yekbûyî bilind bikin!”