Li Kuluyê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeya Kulu ya Konyayê Newroz bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Kamaç weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû. Li qada pîrozbahiyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî û alayên "Kesk, Sor û Zer" demeke dirêj govend gerand.

Mehmet Kamaç, diyar kir ku bi banga sedsalê re Newroza 2025'an wê bibe Newroza ku civaka demokratîk were avakirin û got, "Birêz Ocalan banga sedsalê kir û got ' Ez xwedî îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd im û ji bo vê berpirsyarî digrim.’ Di pêvajoya 2013 û 2015’an de Kurd di Pêvajoya Aştiyê de li ku derê cih girtibin, îro jî li wê derê ne. Şaredariyên ku bi îradeya azad a Kurdan hatin hilbijartin tên desteserkirin. Eger ev qeyrana siyasî neyê çareserkirin, welat ber bi tarîtiyê ve biçe. Sedema qeyranên civakî û siyasî nebûna maf û hiqûqê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê li welat veguhere aştiyeke mayînde. Ji bo vê jî em berpirsyariya xwe bi cih tînin. Pêdiviyên banga sedsalê bi cih bînin. Rêbazên ku we bi sedsalan ceribandine tu encam nedane. Hûn nikarin bi rêbaza di destekî de gul û di destê din de xencer çareseriyê pêk bînin."

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Ciwan, Hozan Kado, Devrîm Çelîk û Hozan Mîşo bi dawî bû.