Li nava CHP'ê dengdana ji bo serokkomariyê destpê kir
CHP'ê ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokkomariyê ji saet 08:00 û pê ve dest bi dengdanê kir.
CHP'ê ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokkomariyê ji saet 08:00 û pê ve dest bi dengdanê kir.
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo diyarkirina namzetê xwe yê serokkomariyê ji saet 08:00 û pê ve dest bi dengdana pêşhilbijartinê kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû weke namzetê yekane tevlî bûye.
Endamên CHP'ê li hemû bajar û navçeyan li 5 hezar û 960 sindoqan wê dengê xwe bi kar bînin. Ji bo kesên ne endamên CHP'ê jî 'Sindoqên Piştevaniyê' hatin danîn.