Newroz li Egeyê hat pîrozkirin: Divê Rêber Apo azad bibe
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Egeyê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin û xwedî li “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo hate derketin.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Egeyê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin û xwedî li “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo hate derketin.
Li herêma Egeyê Newroz bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) cejna Newrozê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê pêk hat. Gel û jin bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Îmraliyê re hezar silav” daketin qadan.
Di Newroza Îzmîrê de Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica û Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk wê beşdarî Newroza Îzmîrê bûn. Şîlan Dora, Alî Tekbaş û Şemsettîn Çetînkaya derketin ser dikê.
Piştî rêzgirtinê bernama pîrozbahiyê dest pê kir û Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê derketin ser dikê gel silav kirin û Newroz pîroz kirin.
Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica xitabî gel kir û bal kişand ser girîngiya Newrozê.
Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û dû re hunermend Şemsettîn Çetînkaya derket ser dikê.
Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Rojhilat û rojavayê Firatê di nava têkoşînê de ne. Li hemberî faşîzmê dê têkoşîna me bidome."
Di pîrozbahiyê de herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku di hefteya Newrozê de bi milyonan kes li seranserê Tirkiye û Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan dane û dirûşmên aştî û azadiyê qîriyan.
Pîrozbahî bi stranên hunermend Şîlan Dora û Alî Tekbaş bi dawî bû.
AYDIN
Li taxa Ortaklar a Germencika Aydinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP û DEM Partiyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar û parlamenter tevlî pîrozbahiyê bûn.
Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpê kir. Hevserokên DEM Partiyê yê Germencikê Newroza gel pîroz kir.
Parlamenter Sirri Sakik axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketina peyamê kir.
Dû re Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newroza 2025'an bi gerandina govendê bi dawî bû.