Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Rêya me demokrasî ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e."

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a Edeneyê bi beşdariya deh hezaran pêk hat, bi axaftina Hevseroka Giştî ya  (DEM Partî) Tulay Hatimogullari berdewam kir.

Tulay Hatîmogullari bi pîrozkirina Newroza gel dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da. Tulay Hatîmouullarî bal kişand ser polîtîkayên zextê yên hikûmetê û wiha got: "Operasyona darazê ya ku bi rojan e li dijî Baroya Stenbolê berdewam dike li gorî xwe bi dawî kirin û mamoste Îbrahîm Kaboglu ji Serokatiya Baroya Stenbolê derxistin. İbrahim Kaboglu di warê hiqûqî de wijdana vê civakê ye."

Tulay Hatîmogullari li ser banga Rêber Apo a dîrokî ya 27ê Sibatê wiha axivî: "Di 27’ê Sibatê de em çûn Îmraliyê û me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê banga aştî û civaka demokratîk kir. Banga xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk, siyasî û hiqûqî ya dûrî pevçûnê kir. Ev bang li Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê baş hat pêşwazîkirin. Belê, em li ser vê bangê sekinînin. Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi zelalî ji me re got; ‘Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev bang bangeke ji bo pêkanîna aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev bangek ji bo civaka demokratîk e. Ev bang banga têkoşîna azadî û mafê jiyanê ya jinên li Tirkiyeyê dijîn e. Ev bang ji bo karker, kedkar û xizanên li Tirkiyeyê banga rêxistinbûnê ye.’ Banga birêz Abdullah Ocalan bangewaziyek e ji bo ciwanên ku ji aliyê çeteyên narkotîkê ve dîl hatine girtin li dijî vê yekê têbikoşin û rêxistina xwe xûrt bikin. Ev bang, banga nûjenkirina tifaqa Tirk-Kurdan e. Ev bang banga têkoşîna kedkaran a di dest û eniyên wan de ye. Ev bang bang ew e ku hemû beşên ji gel û baweriyên cuda xwe bi rêxistin bikin.

Dewlet çima li hemberî vê bangê bêdeng e, ku her kes qebûl dike? Çima hikûmet ji bo vê bangê zemîna pêwîst naafirîne? Em ji vir careke din wiha tînin ziman. Li Rojhilata Navîn her roj komkujî pêk tên, her roj qatlîam pêk tên. Di demên dawî de li Lazkiye, Hama, Hûmûs, Banyasê birayên me yên Elewî hatin qetilkirin û komkujî hê jî dewam dike. Birêz Ocalan bal kişand ku divê her gel û bawerî li Sûriyeyê bê temsîlkirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk peyameke gelekî xurt da. Dema ku piştî vê bangê em li benda demokratîkbûnê ne, mixabin feraseta heyî ya desthilatdariyê û dewletê zextên xwe yên li ser civakê zêde kiriye. Em careke din ji Çukurovayê îfade dikin; ey îktîdar, were ser hişê xwe. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna ji bo aştî û civaka demokratîk bidomînin.

Di pirtûka Yaşar Kemal ya Înce Memed de li Çiyayê Torosê Mehmet wiha dibêje; Têkoşîn maf e. Belê, têkoşîn maf e. Têkoşîna nan, xwêdan, mafên mirovan, zimanê dayikê, baweriya Elewî û Xiristiyaniyê teqez rast e. Em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Rêya me rêya aştî û çareseriyê ye. Rêya me demokrasî ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e."

Şahî bi gotina stranên hunermend Nûray Balîk û Diljen Ronî û bi govendan bi dawî bû.