ROJEVA 23'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku divê dewlet piştî banga Rêber Apo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, nexşerêyekê tavilê amade bike û gavên cihê baweriyê biavêje.

Cejna Newrozê Stenbol û Edene jî di nav de wê li 18 navendan bê pîrozkirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê agir dadan û Newroz pîroz kirin.

Bûyerên piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû wê bêne şopandin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mûna Yûsif diyar kir ku ew destûra bingehîn a demkî red dikin ku rola jinê ji nedîtî ve tê û dixwazin bê guhertin.