Ji Amanosan heya Mûglayê coşa Newrozê berdewam dike

Li Hatay, Edene, Osmaniye û Mûglayê Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di şahiyan de gelek caran dirûmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hate berzkirin.

ŞAHIYÊN NEWROZÊ

Li navçeya Dortyol a Hatayê, navçeya Ceyhan a Edeneyê û li bajarên Osmaniye û Mûglayê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di şahiyên ku bi şîarên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û ‘’Ji Bo Azadiyê Civaka Demokratîk’’ hatin lidarxistin de, beşdarvan xwedî li banga Rêber Apo derketin.

HATAY-DORTYOL

Li Taxa Altiocak a girêdayî navçeya Dortyol ya Hatayê welatiyan ji bo pîrozkirina şahiya Newrozê sibehî zû berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û govend hate gerandin.

Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Heval Bozdag di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku ji bo pîrozkirina Newrozê berdêlên mezin hatine dayîn û got: ‘’Li vî welatî pêkhatina aştiyê girêdayî Îmraliyê ye. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were dabînkirin.’’

EDENE-CEYHAN

Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Newrozê a Taxa Belediyevleriyê hate lidarxistin.  Hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe dan qada pîrozbahiyê û bi coşeke mezin govend hatin gerandin.  Welatiyan gelek caran dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin.

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di pîrozbahiyê de axivî û polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd bi bîr xistin û da zanîn ku gelê Kurd bi berxwedanê têkoşîna azadî û aşitiyê dimeşînin.

Şahî piştî gerandina govendên dirêj bi dawî bû.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê jî şahiya Newrozê li Taxa Yûnûs Emre hate li darxistin û di şahiyê de li gel berzkirina dirûşmeya ‘’Jin jiyan, azadî’’ govendên geş hatin gerandin. Hevderdevka Komîsyona Hiqûqê Sevda Çelîk Ozbingol axivî û got: ‘’Di vê sedsalê de divê êdî aşitî pêk were. Em giranî û berpirsiyariya banga hatî kirin dizanin. Dem dema guherîn, azadî û demokrasiyê ye.’’

Piştre Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan axivî, bal kişand ser banga Rêber Apo û got: ‘’Bang ji dewletê re dibêje ku zemîna têkoşîna siyasî ava bikin. Divê êdî dewlet pêngavên hewce biavêje.’’

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û şahî bi gerandina govendên li gel stranên Kurdî bi dawî bû.

MÛGLA

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê jî şahiya Newrozê li Mûmcûlarê hate lidarxistin. Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Mûglayê Berîvan Yilmaz di şahiyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Derdê me demokratîkbûyîn e. Bi hêza ku em ji Rojava digirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Piştre Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin avivî diyar kir ku ew ji bo jiyaneke wekhev û ekolojîk têdikoşin û bal kişand ser girîngiya banga Rêber Apo.

Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Nejla Demîr jî axivî û diyar kir ku divê hemû gel xwed li banga Rêber Apo derkevin û got: ‘’Em daxwaza azadî û aşitiyê dikin. Em agirê vê Newrozê bi baweriya xwişk-biratiyê pêdixin. Bi vê baweriyê em bi milyonan kes tên li ba hev û têkoşînê mezin dikin.’’

Piştre Dayikên Aşitiyê agirê Newrozê pêxistin û Koma Golgedekîler û Hozan Şervan derketin ser dikê û şahî bi gerandina govendên dirêj bi dawî bû.