ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Metîn Yoksû hat girtin
Rojnamevan Metîn Yoksû yê ku di çarçoveya lêpirsîna Artvînê de ji bo îfadeyê çû dozgeriyê, ji hêla Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Êlihê ve hat girtin. -
Parlamenter Bozan: Doza Kobanê hilweşiya, demildest hevalên me berdin!
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê, parêzer Alî Bozan biryara bihincet a Doza Kûmpasê ya Kobanê ku ji 32 hezar rûpelan pêk tê nirxand û got, “Bi fermî hilweşiya." -
Rojnamevana ku çeteya fihûşê gef lê xwaribû, serlêdana sûc kir
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê ku li Şirnexê ji ber teşhîrkirina “çeteya fihûşê” gef lê hatibû xwarin, serlêdana sûc kir. -
HDK’ê bi wesîleya Rojiya Mûharremê daxuyanî da
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya Rojiya Mûharremê ku ji aliye civakên Elewî û Şîe (Caferî) ve hatiye dest pê kirin û 12 roj didome, daxuyanî da. -
Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re hevdîtin kir: Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hate dayin. Pervîn Bûldan got, "Pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng." -
Şewata li Foçayê hate kontrolkirin
Şewata daristanan a li Foçayê û taxa Ilipinarê belav bû û 175 mal hatin veguhestin, hate kontrolkirin. -
DFG'ê hişyarî da wan kesan ku gef li rojnamevan Zeynep Dûrgût xwarin
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûneke tund nîşanî gefên li hemberî rojnamevan Zeynep Dûrgût da, ku 'Çeteya Fûhûşê' ya li Şirnexê eşkere kir. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokê Meclîsê destpê kir
Hevdîtina navbera endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş destpê kir. -
Heyeta Îmraliyê wê bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinê bike. -
Şewata li Foçayê mezin dibe
Agirê ku li navçeya Alîaga bi daristanê ket û li taxa Ilipinar a Foçayê belav bû, mezin dibe. -
Schennach: Ji bo aştiyeke rasteqîn divê guherînên mezin bêne kirin
Rapotorê Tirkiyeyê yê Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach got, ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn divê li her qadê di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên bingehîn bêne kirin. -
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Biryara bihincet a 32 hezar rûpelî ya Doza Kobanê hate eşkerekirin
Biryara bihincet a Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar têd tên darizandin, hate ragihandin. -
Şandeyekî navneteweyî bi rojeva ‘pêvajoyê’ diçe Stenbolê
Şandeyekî navneteweyî ku nêzî 50 kesan pêk tê, di çarçoveya pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, diçe Stenbolê. Şandeyê du rojan hevdîtinan bike û ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdana fermî bike. -
Rapora OHD’ê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora xwe ya binpêkirinên mafam a 6 mehan a têkildarî 17 girtîgehên li Herêma Marmarayê bi raya giştî re parve kir. -
DEM Partiyê hevdîtinên li Elmanyayê qedand, wê derbasî Îngilistanê bibe
Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê bi dawî kir. Heyet wê di nava rojê de derbasî Îngilistanê bibe. -
Girtiyê nexweş Siddik Guler sewqî ATK'ê hate kirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Siddik Guler ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê tê ragirtin, sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. -
Hevserokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya: Nêzîkatiya hikumetê ya li pêvajoyê têrker nîne
Hevserokê PÎA'yê Ahmet Kaya anî ziman ku nêzîkatiya hikumetê ya li pêvajoyê têrker nîne û got, "Pênasekirina pirsgirêkê tenê li ser 'qedandina terorê' jinedîtî hatina daxwazên rewa yên gelê Kurd e." -
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
40 Filistîniyên din jî ku li Xezeyê benda alîkariyê bûn, hatin qetilkirin
Li gorî rayedar û çavkaniyên tenduristî yên herêmî di encama êrîşa hêzên Îsraîlê yên li ser sivîlên benda alîkariya mirovî bûn de 40 Filîstînî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku di êrîşên du hefteyên dawî de jiyana xwe ji dest dan, gihişt zêdeyî 500 -
Komîsyon wê teqez bê avakirin: Li benda pêşniyazên partiyên siyasî ne
Partiyên siyasî wê di nava heftiyekê de pêşniyazên xwe yên têkildarî komîsyonê pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin. Piştî ku Kurtulmuş pêşnumeyê ji partiyan re pêşkêş bike, wê komîsyon teqez bê avakirin. -
Civîna bi rojeva ‘Komîsyon’ bi dawî bû
Civîna Serokê Meclîsê Numan Kurtuluş û partiyên siyasî ya bi rojeva “Komîsyon” bi dawî bû. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku civîn gelek baş derbas bûye. -
Li Meclîsê bi rojeva ‘komîsyon’ civîna ewil hat kirin
Ji bo komîsyona ku tê plankirin bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd were avakirin, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û serokwekîlên koma partiyên siyasî li hev civiyan. -
Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê bi dawî bû
Hevdîtina Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi Wezîrê Edeletê yê Tirk Yilmaz Tunç re bi dawî bû. Di hevdîtinê de rêyên çareseriyê yên têkildarî pirsgirêkên girtîgehan hatin nîqaşkirin. -
Hevdîtina di navbera DEM Partî û Wezîrê Edaletê de destpê kir
Hevdîtina Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Edaletê bi wezîr Yilmaz Tunç re destpê kir.