DFG'ê hişyarî da wan kesan ku gef li rojnamevan Zeynep Dûrgût xwarin
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûneke tund nîşanî gefên li hemberî rojnamevan Zeynep Dûrgût da, ku 'Çeteya Fûhûşê' ya li Şirnexê eşkere kir.
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) nerazîbûneke tund nîşanî gefên li hemberî rojnamevan Zeynep Dûrgût da, ku 'Çeteya Fûhûşê' ya li Şirnexê eşkere kir.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgûtê ku ji ber “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxist holê malbata Kenan Tatar gef lê xwar, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.
DFG’ê, di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber nûçeyên ‘Çeteya Fihûşê’ gef li hempîşeya me Zeynep Dûrgût hatin xwarin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût, endamên malbata Tatar jî di nav de 25 kesên ji ‘Çeteya Fihûşê’ ya 2013’an a li Şirnexê, di 24’ê Sibatê de bi nûçedosyaya xwe derxist holê. Endamên malbata Kenan Tatar k udi dosyayê de navê wî weke ‘serçete’ derbas dibe, gef li hempîşeya me Zeynep Dûrgût xwar. Em, gefên li hempîşeya me hatine xwarin qebûl nakin. Hempîşeya me Zeynep Dûrgût, bi nûçeyên xwe bûyera ‘fihûşê’ ya li Şirnexê derxist holê û ku di nava gel de jî rê li ber bertekeke mezin vekiribû. Bi nûçeyên Zeynepê re ev zîhniyeta qirêjî derket holê. Zeynep Dûrgût ku bi nûçeyên xwe hem pirsgirêka fihûşê ya li bajar hem jî texrîbata ekolojik a li bajar derxist holê û rê li ber hestiyariyeke civakî vekir, mohra xwe li rojnamegeriyeke serkeftî da. Li şûna ku keda hempîşeya me were pîrozkirin, gef lê hatine xwarin û em vê qebûl nakin. Em careke din kes û zîhniyeta ku gef li hempîşeya me xwariye hişyar dikin; em li cem Zeynepê ne, dê dev ji kesên gef xwarin bernedin û hesabê bipirsin.”