ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Hevseroka Giştî ya KCK'ê Besê Hozat got, "Eger muxalefet, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû beşên civakî têkoşîneke xurt bimeşînin, hingî em ê nehêlin ku ev pêvajo bibe amûrek li ber destê desthilatdariyê."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.

Hevserokê PÎA'yê Ahmet Kaya anî ziman ku nêzîkatiya hikumetê ya li pêvajoyê têrker nîne û got, "Pênasekirina pirsgirêkê tenê li ser 'qedandina terorê' jinedîtî hatina daxwazên rewa yên gelê Kurd e."

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên têklidarî mijarê wê bêne şopandin.

Festîvala Jinê ku her sal bi navê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz tê lidarxistin, îsal wê cara 12'emîn di 28'ê Hezîranê de pêk were.

Leyla Kaplan (Rewşen) ku da ser xeta çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî ya li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet baweriya xwe ya bi azadiyê nîşan da.

Ji malbatên qurbaniyên komkujiya Kobanê Ednan Hesen, ku 11 xizmên xwe ji dest da, di salvegera komkujiyê de cangorî bi bîr anî.