ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih aniye û hêzên sosyalîst hemû vexwendiye têkoşîneke hevpar." -
DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
DEM Partiyê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan û got: ‘’Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e.’’ -
Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan
Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê dihate girtin piştî 29 salan hate berdan. -
Rojnamevan Fûrkan Karabay hate binçavkirin
Rojnamevan Fûrkan Karabay ji ber parvekirinên xwe yên li medya dîjîtal û nûçeyên xwe hate binçavkirin. -
ROJEVA 15'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir
Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da, li kolanekê kir. -
Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got, "Ya ku divê bala me li ser be paşeroja Tirkiyeyê ye, derfetê aştiyeke mayinde ye, demokatîkkirina komarê ye, lê hinek radibin hewl didin tiştên cuda bikin." -
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn
Li Stenbolê di doza li dijî Edîtora Nûçeyên Jinê ya Bianetê Evrîm Kepenek de biryara cezayê girtîgehê yê deh mehan lê hate birîn. -
Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî biryarên kongreyê yên PKK'ê
Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de biryarên kongreya awarte ya 12'emîn a PKK'ê nirxand. -
Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza 'mafê hêviyê' û 'hevdîtina bi rojnamevanan re'
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bersiv da daxwaza Rêber Apo ya ji bo hevdîtina bi rojnamevan û siyasetmedaran û got, "Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin." -
'Ramanên Azad' wê bibe qada dîjîtal a berxwedana entelektuel
'Ramanên Azad' ku 14'ê Gulanê dest bi weşanê dike, xwe weke baregeha dîjîtal a berxwedana zanistî û entelektuel pênase dike. -
Bernameyên bîranînê yên ji bo Kaytan û Altûn hate eşkerekirin
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li dehan bajar û navçeyan çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin. -
Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin
Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li dema bihurî asê nemînin, ya nû bibînin, bi wêrekî û fedakariyê hîn bi xurtî berê xwe bidin nûbûnê û got, "Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin." -
Balûken: Êdî divê hikumet gavê biavêje
Îdrîs Balûken destnîşan kir ku ji niha û pê ve divê dewlet û hikumet gavê biavêje. -
ROJEVA 14'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê siyasî yê ku du çavên wî nabîne di hucreya yek kesî de tê girtin
Girtiyê siyasî Abdulkadîr Ozturk ku li girtîgeha Îdirê tê girtin, tevî ku du çavên wî nabîne nayê berdan. Xizmên Ozturk diyar kirin ku Ozturk tevî hemû daxwazên berdanê jî di hucreya yek kesî de tê girtin. -
Serokkomarê Iraqê: Em piştgirî didin hewldanên aştiyê
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku ew piştgiriyê didin biryarên ku di Kongreya 12’an a PKK’ê de hatine girtin. -
Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku şehadeta wan di 12’emîn Kongreya PKK’ê de hate ragihandin, li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê hatin bibîranîn. -
Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin
Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li Tuzluçayirê re şand û got: “Di serî de serê Rêber Apo, rêhevalên wî, malbatên me û gelê me sax be. Em ê heta dawiyê bi we re bin.” -
Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand
Rêber Apo ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.” -
Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn
Ji bo kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li navçeya Seyhan a Edeneyê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres biryara Kongreya PKK’ê ya fesixkirinê bi kêfxweşî pêşwazî kir û da zanîn ku ew amade ne piştgiriya pêvajoyê bikin. -
Bakirhan: Kongre ji bo çareserî û aştiyê firsendeke pir girîng e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir deriyê pêvajoyeke ku bi salan xeyala wê dihat kirin, hate vekirin û got, “Biryarên ku 12’ê Gulanê hatine eşkerekirin, ji bo çareseriya demokratîk şansek e, ji bo aştiyê derfeteke pir girîng e." -
Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn
Du kadroyên pêşeng Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan ên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hate ragihandin, li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê tên bîranîn. -
Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan: Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên komê di dema betlaneyê de ji bo ciwanan tevlî komê bikin, dixebitîn.