ROJANE
Hemû Nûçe
-
RSF: Li Tirkiyeyê di 10 salan de 131 rojnamevan hatin girtin
Li gorî RSF’ê di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê herî kêm 131 rojnamevan hatin girtin û 77 rojnamevan jî bi sûcdariya “heqareta li serokkomar kirine” ceza li wan birîn. -
Salgin piştî 30 salan tehliye bû: Em bi saya berdêlan li ser piyan e
Bahrî Salgin ê ku piştî 30 salan tehliye bû û wiha got: "Em bi saya bedelên ku hatine dayîn li ser piyan e. Ev bedelên ku em didin wê bigihêjin armanca xwe." -
Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş didomin: Jiyana wan di xetereyê de ye!
Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran didomin. Di çalakiyan de bal kişandin ser rewşa Devrîm Ayik, Fadîme Çelebî, Mehmet Zekî Karataş û ev tişt anîn ziman: "Jiyana wan di xetereyê de ye." -
‘Em li hemberî lîstikên provakatîf û gefên mîna DAÎŞ’ê yên li dijî Yekîtiya me hişyar bin!’
KCÊ-E’yê destnîşan kir ku mafê ti kesî nîne mîna DAÎŞ’iyan gefan li Êzidiyan bixwin û got, “Em bang li tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengî yên dijminane hişyar bin û li dora têkoşîna azadiyê hevgirtina xwe xurt bikin.” -
Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê ku berî 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev. -
DEM Partî: Xelkê Avkevir wê Bûdak weke xayîn bi bîr bîne
DEM Partiyê got: “Xelkê Avkevir wê Mehmet Alî Bûdak weke xayîn û tirsonek bi bîr bîne. Xelkê Avkevir tenê hêvî dike ku Bûdak ji wezîfeya xwe îstîfa bike.” -
Gaza xwezayî tê Nisêbînê
Şaredariya Nisêbînê ji bo gaza xwezayî ku bi salan e negihiştiye navçeyê dest bi xebatê kir. Xebatên ji bo gaza xwezayî ya ku li Taxa Firatê tê meşandin, tê plankirin ku heta dawiya salê bi dawî bibe. -
Dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqê ‘fermandar’ guhert
Rojnameya Fermî di 9'ê Tebaxê de biryarnameyek bi îmzeya Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan weşandibû. Di Biryarnameya de guhertina 2 fermandarên artêşê yên ji bo operasyona dervey sînor, bal kişand. -
Berdana Kinat ê 30 salin dîlgirtî ye, hate astengkirin
Berdana girtiyê nexweş Mehmet Kinat ji bo 3 mehan hate taloqkirin. -
ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê koma 76’an dewr girt
Nobeda Azadiyê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî hatibû destpêkirin, koma 76’an dewr girt. -
Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera 32’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hat bibîranîn. -
Çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin”: Pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re çareser dibe
Xizmêên girtiyan ku di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li hev civiyan, xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û gotin, “Heta ku tecrîda Îmraliyê berdewam bike, pirsgirêk nayên çareserkirin.” -
Berdana Sutpak ê 31 sal in girtî ye cara 6’emîn hat astengkirin
Sînan Sutpak ê 31 sal in di girtîgehên dewleta Tirk de tê ragirtin, berdana wî cara 6’emîn hat astengkirin. -
Li Kanîreşê şewat derket, ber bi Gimgimê ve belav dibe
Li çoltera navçeya Kanîreşê şewat derket û agir ber bi navçeya Gimgimê ve belav dibe. -
Hêzên Îranê 5 kolberên din birîndar kirin
Hêzên Îranê li herêma Hengejale êriş birin ser kolberan. Di encamê de 5 kolber birîndar bûn. -
HRW û ÎFOD: Li Tirkiyeyê rayedar mafê xweîfadekirinê binpê dikin
HRW û ÎFOD’ê diyar kirin ku astengkirina Instagramê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ya bi milyonan bikarhinêran e. -
MAK’ê li Amed û Geverê ji bo 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin
Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrg û navçeya Rezan a Amedê bi armanca silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê derketin qadan û bi fîşekên hewayî pêngavê pîroz kirin. -
Li Minbicê du droneyên kamîkaze yên dewleta Tirk hatin xistin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê li bejahiya rojava ya Minbicê 2 droneyên kamîkaze yên dewleta Tirk xistin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û wasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin. -
Aykan Sever: Dibe ku li dijî Îranê şer destpê bike
Aykan Sever ragihand ku divê şer û pevçûnên li cîhanê di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn werin nirxandin û bal kişand ser girîngiya nirxandineke giştî ya têkildarî vê pêvajoyê. -
Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Li Rêya Bejahî ya Eskîşehîr-Enqereyê otobusa rêwiyan li pirê ket û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn. -
ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin
Di encamnameya konferansa Sosyolojiya Azadiyê de, hat diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara mezinkirina têkoşînê hatiye girtin. -
Êşkence li girtî Erdemcî hate kirin
Devran Erdemcî kurê girtî Vahdettîn Erdemcî diyar kir ku gardiyanan êşkence li bavê wî kirine.