Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê ku berî 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1011’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Gelek parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundem Ferhat Tepe yê li Bedlîsê di bin çavan de hatî qetilkirin, hate pirsîn.

Yek ji xizmên windayan Setenay Ereng çîroka Tepe xwend û diyar kir ku DMME Tirkiyeyê mehkûm dike.